Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana Arti Gerçekê, Derya Okatan vê sibeyê hatibû desteserkirin. Bi biryara dozgeriya Enqereyê Okatan serbest bûye.
Okatanê ji bianetê re got sedema desteserkirina wê parvekirinên wê yên hesabê medyaya civakî yên berêne. Wê dema li ETHAyê(Ajansa Nûçeyan a Etkînê) kar dikir li ser hesabê mmedyaya civalî li ser Operasyona Efrînê û grevên birçîbûnê nûçe parve kirine.
Çi bûbû?
Polîsan vê sibeyê nûçegihana Arti Gerçekê vê sibeyê desteser kiribû û ji bo Midûriya Emniyetê ya Enqereyê hatibû birin.
Okatanê bi jineka bi navê Merve Demirel re hevpeyvîn kiribû ku wê diyar kiribi ku polîsan ew taciz kiriye.
Bixwîne: 5 Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê 30 meh cezayê girtinê û 20 hezar cezayê pereyî standin
Okatan: Eyb û şerm ya wan e
Herweha Okatanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîbû:
“Merve hêj ciwan e û bihêz e. Li hemberî taciza polîsan xwe netewandiye. EW hewil didin şermê li jinan bar bikin. Eyb û şerm ya wan e.”
“Heke hûn bikin”
Wezîrê karên navxweyî: Suleyman Soylûyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye:
“Heke hûn li xwenîşandanên neqanûnî bin, li ber xwe bidin û guh nedin hişyariyan hûn ê bêne rapêçandin û desteserkirin.”
Tê dadkirin
Derya Okatanê nûçeyek li ser tîma hacker ya bi navê Redhack çêkiribû. Wê tîmê hin e-mailên tê îdiakirin yên Berat Albayrakî(wezîrê enerjî û berhemên xwezayî yê wê demê). Ji ber wê nûçeya wê bi sûcên: “Propagandaya ji bo rêxistinê” û “endametiya rêxistinê” tê dadkirin.
(EMK)
* Foto: Turgut Dedeoğlu