Derya Cengîzê strana xwe ya nû weşandiye. Navê stranê “Lû/Rovî” ye û stran bi kirmanckî ye. Cengîzê bi xwe gotinên stranê nivîsîne û muzîka wê çêkiriye.
Hunermend Harûn Elkiyî aranjoriya stranê kiriye û Kom Muzîke stran weşandiye.
Derya Cengîzê di strana xwe de behsa konetiya mêrekî dike ku ti tiştekî nizane nîne û fêlmaz e. Destwerdanê li her tiştî dike û her wextê tevliheviyê dike.
Cengîzê rewşa vî mêrî bi van gotinan aniye ziman:
‘Nêzano kar bikero / Dormê de fetelîno / Yeno Sono vesano / Çimê xo kî nêvîneno’
Derbarê Derya Cengîzê de
Stranbêj e. Di sala 1985an de li Gundê Tanerê yê Xozata Dêrsimê jidayik bûye. Bi darê zorê ji gund hatine koçberkirin û ew wê gavê çar salî bûye. Heta nîvê 20 saliya xwe li bajarên Tirkiyeyê maye. Di dema lîseyê de bala wê çûye li ser muzîkê. Di zanîngehê de bi komeke muzîkê re kar kiriye. Ew li gel muzîkjeniya xwe kedkara tenduristiyê ye jî. Paşê li Amedê bicih bûye. Li Navenda Çandê ya Cegerxwînî dersen muzîkê wergirtine û li Orkestra Heskîfê di koroyê de cih girtiye. Wê di projeyên cuda yên muzîkê de cih girtiye û paşê jî dest bi strandina kirmancî kiriye.
(FD)