Heyeteke ku ji namzetên HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) pêk tê xwestiye here cîyê êgir girtî daristanê. Heyetê xwestiye lêkolînê li cîyê bûyerê bike. Hêzên Çekdar ên Fermî destûr nedaye endamên heyetê.
Ayhan Bilgenê HDPyî got ku “dixwazin sûncên xwe veşêrin, binûxmînin.”
Ayhan Bilgen li ser navê heyetê axivî. Wî got ku Wezareta Darîstanê di malpera xwe de cî nedaye agirê li wê daristanê belav bûyî. Piştî nêzîkî 2 hefteyan agir pêketî hatiye vemirandin. 26ê mehê agirî dîsa dest pê kiriye. Bi vê yekê wezaretê sûc kiriye.
Li gor Bilgen û heyetê sedema astengkirina serdana wan “veşartina sûncekî” ye. Bilgen pirseke wiha kir;
“Heger sûncekî we tune be hûn çima destûra çûna me nadiin?
“Îro me çi kir? Bêyî ku em tiştekî bikin û bêjin em hatin agir bivemirînin. Lê wan em asteng kirin, demek dixwazin ku sûncê xwe veşêrin.”
Daxuyaniya Walîtîyê
Walîtîya Dersîmê piştî serdana heyeta HDPyî di malpera xwe ya fermî de daxuyand:
“Dersîm di dîroka xwe de rojên xwe yî herî xweş û bi hizûr dijî û li gel vê bi saya mewdûatên ku dewleta me li bajarê me dide navbera gelê me û dewleta me jî gelekî baş e.
“Lê hin kesên dil xerab ku vê hizûr û dilxweşîyê ji me zêde dib3inin bi nûçeyên derewîn û hênceta agir dixwazin hizûra me xirb bikin û dixwazin ku têkoşîna me yî bi teroran re bidin sekinandin, hestiyarîya hembajarîyên me yî xwezahez îstîsmar dikin.”
(TP/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiya zimanê kurdî.