Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mûhlîs Çîçek, Rêvebirê Perwerdeya Navçeya Gogsiya Erzîromê ragihandiye ku derbarê çar dersdêrên ku gotinên nijatperestî li dijî kurdî kirine û sivikatî bi kurdî kirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Çîçek li ser hesabê xwe yê medya civakî weha gotiye, ““Ji ber parvekirina wêneyê wan ê di ketina navçeyê de ku li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkiribûn,derbarê wan dersdêran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Heta ku ew lêpirsîn bi encam bibe, ew ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”
Çi bûbû?
Çar dersdêrên li Dibistana Seretayî ya Karşiyaka ya navçeya Gogsî ya Erzeromê wezîfedar in, li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî di ketina wê navçeyê de wêneyek xwe girtibûn.
Yek ji wan mamosteyan ew wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, ku tenê beşê Tirkî yê tabelayê xuya dikir û bi îşareteke destî sivkatî bi zimanê Kurdî kiribû ku li beşê din ê tabelayê bi kurdî hatibû nivîsîn. Wê mamosteyê li ser parvekirina xwe nivîsîbû:"Li aliyê din ê tabelayê hûn bixêr hatin hatiye nivîsandin lê tevgera me ji bo wê zelal e" û bi vî awayî sivikatî li zimanê Kurdî kiribû.
Ji ber bertekan ji bo parvekirinên wan dersdêran Rêvebiriya Perwerdeyê ya Navçeyê derbarê dersdêran de lêpirsîna îdarî daye destpêkirin. Ji aliye dozgeriyê ve jî lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.
Rêvebiriya Perwerdeya Navçeya Gogsiya Erzîromê ragihandiye ku wan di çarçoveya lêpirsînê de dersdêr ji wezîfeyê dûrxistine.(RT/AY)