Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadweriya Ceza û Silhê ya li Edliyeya Stenbolê duh dersdêr Nursel Tanriverdi û Selvi Polat girtiye ku her du jî bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De ji kar hatibûn avêtin. Duh di 86emîn hefteya berxwedana xwe de her du dersdêr hatibûn desteserkirin.
Tanriverdi û Selvi li Qada Bakirkoyê ya Stenbolê bi pankarta “Em dixwazin vegerin ser karê xwe” çalakiya xwe çêdikirin. Beriya niha jî di dema daxuyaniya çapemeniyê de hatibûn desteserkirin û bi tohmeta ku “li dijî Qanûna Civîn, Xwenîşandan û Meşan” derketine hatibûn girtin. Piştî bi du hefteyan jî hatibûn berdan.
Çi bûbû?
Her du dersdêr ji 20ê Sibata 2017ê û vir ve bi slogana “Em dixwazin vegerin ser karê xwe” li qada Bakirkoyê çalakiyan çêdikin. Dersdêr roja duşem, çarşem û şemiyan çalakiya xwe pêk tînin.
Gelek carên ku derketine qada hatine desteserkirin. Di 74emîn hefteyê de dîsa hatine desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Lê vê carê di biryara dadgehê de hatiye diyarkirin ku, “Li gorî Xala 109/3-Lyê ya Qanûna Darazî ya Cezayan ya derbarê gumansaran de” heta ku doz li ser navê civakê li wan bê vekirin û îfadeya wan bê standin, wê nikaribin bi qasî 200 metreyan nêzîkî qadê bibin.
Dersdêran gotine ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û dema 13ê Tebaxa 2018ê xwestine li qada Bakirkoyê daxuyaniya çapemeniyê bidin hatibun desteserkirin. Dadweriyê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve ew serbest berdabûn.
Her du dersdêr piştî wê dîsa xwestine ku çalakiyê çêbikin lê hatine desteserkirin û 21ê Tebaxê hatine girtin. Du hefteyan li Girtîgeha Bakirkoyê hatine girtin û 6ê Îlonê serbest mane. (AS/FD)