Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derbarê dersdêrê ku li Aksarayê bi sîle û kulman li xwendekarê dabû de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her weha pêwendiyê dersdêr bi dibistanê re birine.
Serdozgeriya Komarî ya Aksarayê ragihandiye ku piştî ku dersdêr Alî Riza Y. tûndkarî li xwedekarê xwe kiriye, hatiye desteserkirin û dadgehê ew bi şertê kontrola edlî serbest berdaye.
Rêvebiriya Perwerdeya Netewî ya Bajêr jî daxuyanî daye û ragihandiye ku, dersdêr Alî Riza Y.yê ku li Dibistana Navîn a Şehît Salîh Aksûya Ortakoyê xwendekarê xwe derp kiriye ji aliye walîtiyê ve ji dersan hatiye girtin.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye û gotiye, “ Gumanbar weke tedbîr rojek desteserkirî maye. Piştî îfade girtina wî ya li emniyete ji bo edliyeyê hatiye şandin. Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Ortakoyê derbarê wî de biryara şertê kontrola edlî daye. pêvojoya lêpirsînê ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarî de bi awayekî rêk û pêk tê birêvebirin.”
(AÖ/AY)