REPERTUARA STRANBÊJİYÊ
Dersdêra Ma Musicê Evîn Tiryakî: Armanca me bi van xebatan ew e ku rê li ber asîmîlasyonê bê girtin
Ma Musîcê ji bo pirtûka bi navê "Repertuara Stranbêjiyê" bigihîne zarokan, kampanyaya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok” da destpêkirin. Dersdêra Akademiyê Evîn Tiryakiyê diyar kir ku armanca wan ew e ku rê li ber asîmîlasyonê bê girtin.
Akademiya Ma Musîcê bi sala ne ji bo perwerdehiya zarokên kurd kar û xebatan dike. Yek ji van xebatên akademiyê ya dawiyê jî pirtûka bi navê ‘Repertuara Stranbêjiyê’ ye.
Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ bi hevkariya dersdêrên Akademiyê hatiye amadekirin û di pirtûkê de 110 stran hene. Her weha pirtûk ji bo perwerdeya zarokan a muzîkê ye û bi çar zaravayê kurdî ye.
Akademî, ji bo pirtûkê bigihîne zarokan niha jî kampanya da destpêkirin. Ma Musîcê starta kampanyaya xwe ya “Milyonek pirtûk, milyonek zarok" da.

Him têkildarî naverok û armanca pirtûkê him jî ji bo kampanyayê yek ji endam û dersdêra Akademiyê Evîn Tiryakî bi bianet kurdiye re axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku rê li ber asîmîlasyonê bê girtin.
(WT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Axtamar û kulîlkên biharê
29 Nîsan 2026
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
28 Nîsan 2026
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
27 Nîsan 2026
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
14 Nîsan 2026
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir
13 Nîsan 2026