Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûrî biryar da ku mafê azadiya xweîfadekirinê ya dersdêr Ayşe Çelîkê hatiye binpêkirin. Piştî vê biryarê Ayşe Çelîk hatiye tehliyekirin.
Ayşe Çelîk, bi rêya telefonê beşdarî programeke televizyonê bûbû û gotibû “bila zarok nemirin”. Bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê” kiriye, doz lê hatibû vekirin, hatibû dadkirin û girtin.
Bixwîne - Ayşe Çelîka dersdar careke din xistine girtîgehê
Piştî biryara tehliyeyê derket, Ayşe Çelîk ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Amedê derketiye.
Benan Molû, Parêzera Çelîkê, li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “Dadgeha Destûrî, li ser serlêdana min û parêzer Mahsûnî Karamanî, ji bo dersdêr Ayşeyê biryar daye û gotiye mafê wê yê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Dersdêr Ayşe, niha bi tohmeta ku propagandaya rêxistinê kiriye, niha di girtîgehê de ye.”
Anayasa Mahkemesi, 'çocuklar ölmesin' dediği için örgüt propagandası yapma suçundan şuan hapiste olan Ayşe öğretmen için @av_mkaraman la yaptığımız başvuruda ifade özgürlüğünün ihlal edildiğine karar vermiş. Bu karar, AYM'nin örgüt propagandasından verdiği ilk ihlal kararı. https://t.co/CqlIZyuXSQ
— Benan Molu (@BenanMolu) 9 Mayıs 2019
Dibe ku ji bo dozên Akademisyenên Aştîxwaz bibe mînak
Mahsûnî Karaman, parêzerê Ayşe Çelîkê jî gotiye, dibe ev ji bo dozên Akademisyenên Aştîxwaz û yên endamên Konseya Navendî yên Yekîtiya Doktorên Tirkan bibe mînak.
Mafparêz Şanar Yûrdatapanî ji bianetê re wiha got:
“Dadgeha Destûrî biryar da ku mafê azadiya xweîfadekirina Ayşe Çelîkê hatiye binpêkirin. Ayşe Çelîk duh bi şev gihiştiye azadiya xwe û keça xwe ya yek û nîv salî ku çavê wê li rêya wê bû. Vê biryarê hişt ku herkes kêfxweş bibe. Ez wisa difikirim ku di serî de jî 38 kesên ji bo piştgiriya bi wê re giliyê xwe kirin û gotin em jî vî sûcî dikin û 50 hezar kesên ku li ser malpera change.orgê kampanya çêkirin û îmzeyên xwe şandin Dadgeha Destûra Bingehîn kêfxweş bûne.”
Çi bûbû?
Di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2016yê de dersdar Ayşe Çelîk ji Amedê beşdarî programa Beyaz Şovê bibû ku di Kanal Dyê de tê weşandin. Çelîk ji bo ku balê bikişîne ser bûyerên li bajarên Kurdan diqewimin û wê gotibû ''bila zarok nemirin, bêdeng nebin.''
Piştî bûyerê Serdozgeriya Amedê bi tometa propagandaya terorê doz li Ayşe Çelîkê vekiribû, di heman demê de Serdozgeriya Stenbolê jî doz li Kanal Dyê vekiribû.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan jî 900 lîre ceza dabû qenalê.
Komeke nivîskar, hunermend û akademisyenên ku digotin daxwaza aştiyê ne sûc e piştgiriya Ayşe Çelîkê kirin û bi gotina “Heke gotinên dersdar Ayşeyê sûc bin em jî şirîkê vî sûcî ne” giliyê xwe kiribûn.
Kesên ku giliyê xwe kiribûn ev bûn:
Ahmet Dindar, Ayşe Erzan Silier, Ayşegül Akış Devecioğlu, Ayşegül İyidoğan, Bayram Bahri Belen, Dilek Gökçin, Ercan İpekçi, Ergin Cinmen, Ferhat Tunç, Gençay Gürsoy, Gülseren Onanç, Gülşen Denizhan, Gürhan Ertür, Gürkan Develi, Halim Bulutoğlu, İbrahim Akın, İbrahim Sinemillioğlu, Kemal Özgül, Mahmut Konuk, Mehmet Tursun, Mevlüt Ülgen, Murat Çelikkan, Nazmiye Özen, Nergiz Ovacık, Neşe Yaşın, Nil Özsoy Dindar, Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Perihan Pulat, Pınar Önen, Şanar Yurdatapan, Sibel Özbudun Demirer, Süleyman Eryılmaz, Temel Demirer, Türkcan Baykal, Üner Eyüboğlu û Vecdi Sayar.
Derbarê 38 kesan de di 27ê Nîsana 2016yê de doz hatibû vekirin.
Dozê di 23yê İlonê de dest pê kiribû û Çelîkê diyar kiribû ku ew li pey gotinên xwe ye û daxwaza aştiyê ne sûc e.
2yemîn Cezayê Giran a Bakirkoyê di 26ê Nîsana 2017yê de bi îdiaya ku “propagandeya rêxistina terorê” kiriye salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Çelîkê.
Çêkerê bernameyê û 38 kesên din di dadgehê de gotin ku ew weke Çelîkê difikirin. Dadgehê biryara beraata wan da. (AO/FD)