Ji bo nûçeyên tirkî / ingilîzî bitikîne
Di sala 2017ê de li zimanê abazayî, adigeyî (Kiril), adigeyî (Latîn), gurcikî, kurmancî, lazî û zazakî, arnawûtî û boşnakî jî zêde bûne.
Piştî deh salan gelo di heftê de du saet ji bo perwerdeya zimanê dayikê têrê dike an na? Çiqas pereyan didin dersdaran û malbat ji bo van dersan çi difikirin? Dersdarên ku bi salane têkoşîna zimanê dayikê didin, di yekem dersên xwe de di çi rewşê de bûn?
Di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dersdarên ku dersên zimanê zikmakî didin behsa serpêhatiyên xwe kirin.
“Ji ber tirsa ku wê dersa kurmancî bêbetalkirin em newêrin tayîna xwe bixwazin”
Dersdarê ku dersa kurmanciyê li dibistanên fermî dide nexwest navê xwe aşkere bike û wiha got: “Ez di yekem dersa xwe de gelek bi kelecan im. Wê gava ku ez ketim polê û min got ‘roj baş’, ez nikarim penaseya wê demê bikim.”
Dersdarî di berdewamiyê de wiha axivî:
“Heke ku em nekevin wê dersê dê ew ders betal bibe û li şûna wê derseke din a hilbijarî bê dayîn. Ji ber vê tirsê em nikarin tayîna xwe jî bixwazin. Ji 15ê Tîrmehê û vir ve di salê de yek an jî du dersdarên kurdî tayîn dikin. Carna qet tayîn nakin. Niha gelek dersdarên kurdî hene ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendine lê nayên tayînkirin.
“Hin hevalên me ji ber ku saetên dersan hindik in neçar dimînin û hin dersên didin. Zexta rêveberiyên dibistanan, kêmiya dersan û ji ber mijara tayînan, gelek hevalên me nema dersên zimanê dayikê didin û niha dersên din didin. Dema pirtûkên dersan tên amadekirin bi ti awayî bi dersdarên zimanê kurdî naşêwirin. Her weha şaşîtiyên zimanî hene. Pirtûkên bi kurdî naşînin gelek dibistanan. Wezareta Perwerdeyê pirtûkan bi hejmareke kêm çap dike. Pirtûkên ji bo alîkariyê jî qet nînin.”
“Zehmet e ku zarok di du saetan de zimanî bi her awayî fêr bibin”
Muzaffer Çaglayan, him dersên tirkî him jî yên zazakî dide. Çaglayanî ji bo zehmetiyên dersên zimanê dayikê wiha got: “Ez di eslê xwe de dersdarê zimanê tirkî me û ji ber wê ez dersên tirkî jî didim. Di polên 5 û 6ê yên tirkiyê de ez her yek ji wan 6 şaetan, di polên 7 û 8an de jî her yek ji wan pênc saetan dersê didim. Hewca nake ku mirov bibêje du saet kêm in. Ji ber ku dersên kurdî-zazakî di dibistanên seretayî de nayên dayîn, em di dibistanên navîn de li gorî asta dibistanên seretayî dersan didin. Zehmet e ku zarok di du saetan de zimanî bi her awayî fêr bibin.
“Dema ez nakevim dersê zehmet e ku yeke din li şûna min bikeve dersê. Lewre divê yekek perwerde dîtibe bikevê. Di rewşên wiha de bi piranî ders nayên dayîn. Ji xwe hejmara dersdaran diyar e, dema em li wezîfedarkirina kesên ji beşa Lehçe û Zimanên Zindî dinêrin aşkere ye ku kontenjanên tên xwestin nayên weqetandin, heta komîk e. Kurt û kurmancî di vî warî de gelek kêmasî hene.
“Pirtûka ku Zanîngeha Çewligê amade kiriye tê bikaranîn. Ji bo asta zarokên ku nû kurdî-zazakî fêr dibin bes e. Lê ji hêla akademîk ve kêmasiyên wê hene. Di programa dersan de jî bi taybet ew tiştên ku hatine bidestxistin şaş û kêm tên nivîsandin. Rêzikên gramera kurdî-zazakî ya ku hatiye tespîtkirin zêde nehatiye şopandin. Ev dibe sedem ku zimamê me weke zimanekî têrê nake bê nirxandin.”
“Ji bo dersa abazayî, rojê 70 kmyan rê çûye û hatiye”
*İrfan Okuyucu
Dersdarê zimanê abazayî Îrfan Okuyucu (Ahocba) di nava salê de her roj dersên zimanê abazayî daye û ji bo wê jî rojê 70 kmyan rê çûye û hatiye. Okuyucuyî wiha behsa vê serpêhatiya xwe kir:
“Yekem pola ku ders hilbijart, li gundê Beyliceyê ya navçeya Hendeka Sakaryayê bû. Ders di serdema 2014-2015ê de hilbijart. Ev jî bi kedeke mezin a Kamil Şirinel (Atrişba) Serokê Komeleya Çandê ya Kafkasan li Hendekê pêk hat. Salekê min di hefteyê de du saetan ders da 13 zarokan. Ji bo ku zimanê dayikê fêr bibî, di hefteyê de saetek têrê nake. Lê me got, ‘ji tinebûnê baştir e, em bikaribin çi bidin ew fêde ye’ û bêyî ku ji dersekê bimînin, me salek temam kir.
“Ji Adapazariyê ez rojê 70 kmyan diçûm. Min sê wesayît diguherandin. Piştî ders diqediyan car caran saetekê, car caran jî du saetan li bendî wesayitan dimam. Min mehane 460 TL heqê rê dida û bi 60 TLyî kar dikir. Ez bi vî awayî salekê xebitîm. Di serdema 2015-2016ê de Yeliz Argun, xwişkeke me ya li Abhazyayê perwerde dîtiye ders da. Ew jî neçar ma ku piştî salekê dest jê berde.”
“Beriya niha bi 50 salan ji bo pola zimanê zikmakî ne 10 lê 20 xwendekar peyda dibûn”
Mûstafa Kolat, dersdarê zimanê gurcîkî ye. Kolatî got dema nû pol hatin avakirin, wan serdana malên xwendekaran kiriye û zanyarî dane xwendekar û dê û bavên wan. Kolatî destnîşan kir ku dema wan gotiye zimanê zikmakî maf e li hemberî wê hin malbatan wiha bersiv daye: “Ma em ê li bihuştê bi gurcîkî biaxivin?”.
Kolatî wiha berdewam kir:
“Heke ku ev tişt beriya niha bi 50 salî pêk bihata ji bo vekirina polê ne 10 lê wê 20 xwendekar peyda bibana. Lê di jiyana bajarvaniyê ya îro de ez ne bawer im ji bilî yek du istisnayan ev tişt pêk were.
“Di hefteyê de bi du saetan ne pêkan e zimanek bê fêrkirin. A rast divê em bibêjin du saetên dersan e. Ev jî dike 80 deqîqeyan. Ez dubare dikim, ne pêkan e. Lê dibe ku zarokek bi taybet li ser bisekine û wê gavê bikaribe pêşketinekê bi dest bixe. Rêjeya vê çiye, ez jî meraq dikim.
“Ne zêde ye lê dema ez nikaribim dersê bidim, weke her carê ew ders nayê dayîn. Weke çavkanî jî pirtûkeke bi navê deda ena (zimanê dayikê) li Gurcistanê weke pirtûka destpêkê tê bikaranîn, min ew peyda kir û bi wê ders da. Ji ber ku asta destpêkê bû, ji me re zêde jî hat.”
“Hin dê û bavan gotin ma dersa adîgeyî qanûnî ye”
Yilmaz Tokmakê ku dersa zimanê adîgeyî dide got, siûda wî heye ku ew li gundê xwe yê bi temamî bi zimanê dayikê diaxivîn, hatiye dinê û wiha axivî:
“Dersa yekem a adîgeyî di serdema 2018-2019ê de li dibistana ku min lê kar dikir me da. Me bi 10 xwendekaran dest pê kir. Ez wê rojê ji xwendekaran bi kelecantir bûm. Rêveberiya dibistanê ji me re polek weqetand û me dersa xwe di atmosfereke xweş de da.
“Helbet du saet têrê nakin lê xwendekar bikaribin çi fêr bibin ew ji wan re fêde e.
“Xwendekar dixwazin lê divê em dê û bavan îqna bikin. Metirsî hene dema ku ders tê hilbijartin. Hin kesan pirsî ku ev ders qanûnî ye yan na, hin kesan jî got ma wê çi fêda wê hebe. Û hin pirsên din.” (AO/FD)