Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dersdar Sîbel Balaç bi daxwaza dadgehkirineke adil 298 roj in çalakiya rojiya mirinê pêk dianî. Dadgehê biryar daye ku bila cezayê wê paşê bê bicihanîn.
Biroya Hiqûqê ya Gelî, duh piştî biryarê daxuyaniye weşandiye û gotiye ku piştî karûbarên wê biqedin, Balaç wê ji qawîşa girtiyan a Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê tehliye bibe.
Balaç di saetên êvarê de tehliye bûye lê ji ber ku doktoran gotiye, rewşa wê ji bo liv û tevgeran ne guncav e, Balaç li heman nexweşxaneyê hatiye hiştin û dest bi dermankirina wê kirine.
Beşdarî çalakiya Yukselê bûbû, hatibû girtin
Balaç ji Malkara, navçeya Tekîrdagê ye û 33 salî ye. Beşa Astengdarên Bîrayî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Li Antalyayê li dibistaneke dewletê ders didan zarokên astengdarên bîrayî ne. Wê demê li Kolana Yukselê ya Enqereyê beşdarî çalakiya “ez karê xwe dixwazim” bûbû.
Piştî ku çalakger hatin girtin, wê dest ji karê xwe berda û bi temamî beşdarî çalakiyên li Enqereyê bûbû. Di Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de hatibû girtin û 8 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. 298 roj in ku ji bo bi rengekî adil bê dadgehkirin, çalakiya rojiya mirinê pêk dianî.
Îlerî Kizilaltûn hîna çalakiya xwe dewam dike
Gokhan Yildirim ji 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Tekîrdagê, Sîbel Balaç jî ji 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê û vir ve li Girtîgeha Sîlîvriyê çalakiya rojiya mirinê pêk dianîn. Dixwestin ku ew bi rengekî adil bên darizandin.
Îlerî Kilizaltûnê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, di 15ê Tebaxê de beşdarî çalakiya wan bûbû. Gokhan Yildirim piştî ku dadgehê, bicihanîna cezayê wî bipaş xist, çalakiya xwe bidawî kiribû. Kizilaltûn hîna çalikiya xwe dewam dike. Îro roja wî ya 60ê ye. (AS/FD)