Dermankirina Chomsky dê li malê bê domandin
![Dermankirina Chomsky dê li malê bê domandin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/19/dermankirina-chomsky-de-li-male-be-domandin.webp)
Nexweşxaneya Beneficencia Portuguesa de Sao Paulo rojeveke tibî ji AFPê re şand û ragihand ku “Noam Chomsky ê nexweş wê li malê dermankirina wî bê domandin û ji nexweşxaneyê hat derxistin.”
Piştî hin agahiyên ku li ser torên dîjîtal belav bûn ku dihat gotin entelektuelê 95 salî miriye, nexweşxaneyê daxuyanî da.
Hevjîna wî Valerîa Chomsky bersiv da e-postayeke ku ji AFPê hat û ev tişt nivîsand: “Ev ne rast e, ew baş e.”
Chomsky ku yek ji piştevanên nêz ê gelê kurd e, li dijî dagirkeriya DYEyê ya li Iraqê û Şerê Vîetnamê derketibû. Chomsky nêzî lîderên Amerîkaya Latîn a çepgir ên mîna Fîdel Castro ye. Salên dirêj endamê Massachusetts Institute of Technology (MIT) bû û hîna jî li Zanîngeha Arîzonayê weke Profesorê Zimanzan Emerîtus wezîfeyê dike.