Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li derdora Gola Demîrcîler a di navbera Bajarokê Kavakkoyê ya Gelîbolûyê û navçeya Şarkoyê ya Tekîrdagê de 10 kûçikên bêxwedî dîtine. Diyar bûye ku piştî derman dane kûçikan, ew ji ser hişê wan birine, anîne avêtine wê herêmê.
Muxtarê Taxa Yenîkoyê yê Şarkoyê Mahmût Gundogdûyî diyar kir ku welatiyan ew agahdar kiriye û ew çûne wî cihî:
“Tevî dersdarekî teqawidbûyî û çawişekî pispor ê teqawidbûyî me dît ku li ser rêya Gola Demîrcîlerê û di nava çiloyan de 18 kûçik ji ser hişê xwe çûne û avêtina wan deran. Ji ber ku saet 24.00ê şevê bû, me bi tenê ewqas hejmartin. Kûçik ji ser hişê xwe çûbûn.”
Niştecihên Taxa Yenîkoyê gotin ku li ser rêyê stargeha ajalên bêxwedî ya Şaredariya Şarkoyê heye û ji rayedaran xwestin ku bila kûçikan bibin wir û li wir wan derman bikin.
Di saetên sibehê de jî welatiyên li herêmê geriyane, dîtine ku gelek kûçikên bêxwedî li herêmê hene û Şaredariya Şarkoyê agahdar kirine. (YÖ/HA/FD)