Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê hatiye dayîn da hat destnîşankirin ku ji ber êrîşa li rojhilatê Refahê "karesateke mirovî ya kûr" dest pê kiriye.
Hat diyarkirin ku dagirkirina deriyên sînor yên Refah û Kerm Ebû Salîm, astengkirina ketina tirên alîkariyê yên tibbî û xurekê û nehiştina derketina bi hezaran nexweş û birîndarên ku ji bo dermankirinê ji Xezzeyê, dibe sedema çêbûna karesata mirovî.
Derketina nexweş û birîndaran hat astengkirin
Ofîsa medyayê herwiha eşkere kir ku di 2 rojên dawî de Îsraîlê rê li derbasbûna 400 tirên ku kelûpelên xurek û pijîşkî lê barkirî û derketina 159 nexweş û birîndaran ku di nav wan de nexweşên penceşêrê jî hebû, girtiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Artêşa Îsraîlê heta niha jî deriyê sînor ê Refahê ku tê de ji Xezeyê re alîkarî tê şandin, girtî dihêle. Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku 1,7 mîlyon Filistîniyên li bajarên başûr dijîn di xetereya birçîbûnê de ne.
Di daxuyaniya ku êrîşên Îsraîlê yên li ser hemû bajarên Xeze û Refahê hat şermezarkirin de, bang li welatên cîhanê hat kirin ku ev sûcê dijmirovahî şermezar bikin.
Di daxuyaniyê de, Îsraîl, DYA û civaka navneteweyî ji karesata mirovî ya kûr a li Xezeyê û encamên wê yên karesatbar weke berpirs hat dîtin.
"Tu alîkarî nêçûye Xezeyê"
Rêveberiya Deriyê Sînor ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ji dema ku hêzên Îsraîlê herêma Refehê û Deriyê Sînor ê Refehê dagir kiriye û Deriyê Sînor ê Kerem Ebû Salîm girtiye heta niha tu alîkarî derbasî Xezeyê nebûye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku deriyên sînor ên li Xeta Xezeyê di bin kontrola Îsraîlê de ne û "hê jî girtî ne."
(AS/AY)