Tirkiyeyê ji sala 2019an û vir ve êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Tirkiyeyê herî dawî di 25ê Çiriya Pêşiyê de careke din êrişî Rojavayê kir û ev êriş bû sedema mirina gelek welatiyan û binesaziya herêmê. Sibê jî 2ê Çiriya Paşiyê ye ku her sal weke “Roja Rojava ya Cîhanê” tê pîrozkirin.
Endamê Komîna Fîlman ya Rojava Derhêner Nûman Yîgît, derbarê “Roja Rojava ya Cîhanê” û êrîşên dawî yên Tirkiyeyê de bi bianet kurdiyê re axivî.
"Dinya bê deng û bê xem e"
Nûman Yîgît bal kişand ser êrîşê Tirkiyeyê yên rojên dawî û got “Salên borî de ev roj bi coş, bi şahiya, bi çalakiyên girseyî dihat pîroz kirin lê îsal ji ber êrîşan şêwazâ pêşwazî kirina vê rojê cuda bû. Ji ber ku şehadetên giran çêbûn û hîn jî êrîş didomin.”
Herweha Yîgît bertek nîşan da bêdengiya dinyayê û weha pêdeçû: “Gava gel û şervanên Rojavayê li hemberî êrîşên IŞÎDê li berxwedan û bi serketin, hin welatan Kurd weke “Parêzvanên Dinyayê” nîrxandin, bes îro Dinya ji bo van êrîşan bê deng e, bê xem e. “
Nûman Yîgît da zanîn ku îsal “Roja Rojava ya Cîhanê”, li ser du esasan hatiye pêşwazî kirin: “Yek; xwedî derketina şehîdan. Ya din jî azadiya Rêberê Gelê Kurd e…”
"Armanc têkbirina aramiya Rojavayê ye"
Yîgît di derheqê jiyana Rojavayê yê rojanê de jî axivî û got,“Tirkiyeyê dixwaze aramiya Rojavayê xirabike û berê gel bide welatên der û dor. Ji roja avakirina Rojava û vir ve, dewleta Tirk kengî derfet dibîne, hinceteke dibîne êrişê Rojavayê dike. Di salê de 3-4 caran rastî êrîşên bi vî rengî tên. Armanca wan ya sereke em dizanin, gele li vir jî dizane: Armanca wan ya sereke valakirina Kurdîstanê ye, gel bê îrade hiştine. Dixwazen berê gelê li vir bidin welatên din."
Her weha Yîgît got êrîşên dawî yên li ser çavkaniyên av û cereyanê jî girêdayî vê armancê ne.
Yîgît çavderiyên xwe yên nîqaşên di navbera gel de yê di derheqê êrîşan de jî parve kir:
"Kengî li Rojavayê jiyana rojana hate asteke baş, di aliyê tedarika tiştên bingeh, di aliyê tenduristî, bazirganî, perwerdehî û hwd., êrîş pêk tînin. Gel jî di nava xwe de bi vî şiklî şîrove dike."
Yîgît weha pêdeçû: "Gelê Kurd bi berxwedana li hember DAIŞê hem xwe, axa xwe hem jî hemû dinyayê parast. Lê niha dewleta Tirk dixwaze Rojavayê vala bike, dixwaze gelê rojava têxe nava fikara ku êdî li Rojavayê jiyan ne mumkun e. Lê belê hemû gelên li Rojavayê zanebûna vê tîştî de ne. Her wiha xwedî li şervanên xwe, xwedî li warên xwe derdikevin."
(BA/AY)