Ferzad Kemanger, bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê, dersa zimanê kurdî dida zarokan. Ew di Tebaxa 2006an de hate girtin. Dersdar, nivîskar û mafparêz bû Kemanger. Di 9ê Gulana 2010an de hate darvekirin.
Zara Muhammedî jineke kurd e ku li Rojhilatê li bajarê Sine dersen kurdî dida zarokan. Mîna Ferzad Kemangerî. Ew di 23yê Gulana 2019an de hate girtin û 6 heyv û 10 rojan di girtîgehê de ma.
Sînemagerên kurd sinemaya kurdî nîqaş kir
Zara Muhammediya ku ji ber dersa kurdî dida zarokan hatibû girtin di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de serbest bû.
Li Rojhilat û Îranê, ji ber ku li dibistanan ders bi zimanê kurdî nayên dayîn, komek xwebexş, gund bi gund, mal bi mal digerin û zarokan fêrî kurdî dikin.
Derhêner Sarkew Mesgarî derbarê kar û xebatên dersdarên zimanê kurdî de li Rojhilat û Îranê, belgefîlmek amade kiriye. Navê fîlmê Mesgariyî “Zimanê Dayikê” ye.
“Zimanê Dayikê” li Amedê, di destpêka Festîvala 8an Belgefîlman a FîlmAmedê de hate nişandan.
Belgefîlm 46 deqîqeyan dewam dike û çîrokên çend dersdarên xwebexş vedibêje ku li Îran û Rojhilatê dersên zimanê kurdî didin.
Sarkew Mesgariyî jî mîna çendîn derhênerên din ên ji Rojhilat, beşdarî Festîvalê bû û me derfet dît ku derbarê rewşa zimanê kurdî ya li Îran û Rojhilatê û belgefîlma wî de çend pirsan jê bikin.
"Kesên bi kurdî diaxivîn haten îşkencekirin"
Beriya niha bi sed salî li Îranê, dibistanên modern hatine avakirin. Beriya niha bi 40 salî jî Xala 15an a Destûra Bingehîn hatiye qebûlkirin ku derbarê zimanên din ên Îranê de ye. Li gorî vê xalê, zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê li gel farisî bi zimanên “herêmî” dikarin çapemenî weşanê bike, di navgînên cemawerî de bi van zimanan kar bên kirin û li dibistanan wêjeya van zimanan bê hînkirin.
Sarkew Mesgariyî bal kişand li ser vê mijarê. Wî diyar kir ku di bingeha fîlmê wî de jî ev mijar heye û li Îranê ti carî ev made ango ev xal, bi rê ve neçûye:
“Di destpêka yekem gava duristkirina dibistanên modern a Îranê de, ew hucim dikin li ser zimanên din ên Îranê. Hewl didin bes zimanê Farisî bibe. Beriya sed sal niha li Îranê, li cihên cemawerî, her dixwazin li wan deran farisî serdest be.”
Mîna li Tirkiyeyê ku digotin “Türkçe konuş, çok konuş” (Bi tirkî biaxive, zehf biaxive) li Îranê jî gotina “Bi farisî sohbete bikin” bi pêş xistine. Ji bo zimanê farisî serdest bibe û ev hişmendî belav bibe, vê gotinê, li ser pirtûkxaneyan, qahwexaneyan ango li cihên cemawerî li her deveran nivîsîne. Mesgarî vê serdemê û kirinên li dijî zimanan, weke serdema ‘qirkirina ziman’ penase kir.
Kesên ku bi zimanên din axivîne, hatine îşkencekirin: “Tenê li Hewraman ji ber bi lehceya Hewramî axivîne, bi sedan kes îşkence kirine û li wan dane.”
Li gorî zanyariya ku Sarkew Mesgariyî da, li Îran û Rojhilatê hin kovar hene bi kurdî derdikevin, çendîn televizyon hene ku bi kurdî weşanê dikin, mecal ango destûr heye pirtûk bi kurdî bên çapkirin û rojname derkevin. 3-4 sal berê li Sîne li zanîngehê beşa zimanê kurdî vebû. Kesên bixwazin dikarin çar salan vê beşê bixwînin. Lê zarokên kurdan nikarin li dibistanên seretayî bi zimanê kurdî perwerde bibin: “Ew dibêjin kurdî zimanê meheli yê îranî ye. Bi vê kurdî biçûk dikin. Bi gotina wan, kurdî zimanekî tenê li jêr zimanê farisî ye û her zimanê farisî ye. Zaraweyeke farisî ye. Ev tişt li ser pirtûkan nivîsîne. Heman tişt ji bo belûcî, lekî û zimanên din jî wiha ye. Ew sînorekî datînin û dixwazin zimanên din bi wî rengî weşanê bikin.”
Gava ‘sînor’an derbas bikin…
Lê dema ev ‘sînor derbas bibin’ gelo çi dibe?
Weke ku Mesgariyî di belgefîlmê xwe de jî nîşan daye, li hin deveran dersdarên zimanê kurdî xwebexşane vî karî dikin. Desthilat hay ji wan dersdaran heye, lê heta radeyekê dest nade wan. Çi gava ku ew ‘sînor’ên desthilatê derbas dikin, êdî ji bo wan gelek zehmetî dest pê dikin.
“Çi gava ku dibine ew mamoste helbestekê fêr dikin, li ser ziman û edebiyata kurdî diaxivin, an jî ji bo jîngehparêziriyê kar dikin, wê demê dibêjin ‘ev ji bo welat xetere ye’. Wê gavê mamoste dikevin nav xetereyê. Çi gava behsa siyasetê bê kirin, sîstem kêfa wê jê re nayê. Nabe behsa kultur, ferheng û dîroka Kurdistanê bikin.”
Derhêner Mesagariyî behsa du dersdaran dike ku li Rojhilatê hatine girtin. Ew nêzîkî mehekê li girtîgehê de mane û çar pênc roj berê serbest bûne.
“Destûr nedan ez rewşa perwerdeya fermî di fîlm de nîşan bidim”
Mesgariyî di nava 2 sal û nîvê de fîlmê xwe qedandiye. Wî xwestiye rewşa perwerdeya fermî jî di fîlmê xwe de nîşan bide lê destûra vî tiştî nedane wî:
“Min gelek bi hêminî û yawaşî karê xwe kir. Hîç kêşeyek bo min nebû. Lê derfet bo min nedan. Ez çûm Rêveberiya Wezareta Perwerdeyê ji bo destûrnameyê bidim. Hefteyekê ez li ber deriyê wan mam ku bersivê bidne min. Min dixwest bi mamosteyên fermî, bi xwendkarên fermî di polan de xeber bidim. Ew derfet nedan min. Wan got ‘na tu nikarî wêneyekî jî bigire’. Li Tehran min xwest bi rayedarên perwerdeyê re biaxivim. Ew hazir nebûn. Ew her du mijar, kare min bi derengî xist.”
Derbarê Sarkew Masgeriyî de
Derhêner e. Ji bajarê Bana yê Rojhilat e. Wî bi karê fotografiyê dest bi karê wêneyan û sînemayê kir. Li Tehranê li Navenda Sînemayê ya Ciwanan xebitî. Salekê perwerdeya fîlmsaziyê dît. Li Tehranê beşa sînemayê di zanîngehê de qedand. Bûye endamê Mala Sînemaya Îranê.
Sê belgefîlm amade kirine. Yê yekem kurtefîlm e ku derbarê jiyana xelkê Tehran a di rojeke berfbaranê de ye. Yê duyem li ser çêkirina ferşên kurdî ye. Yê sêyem jî bi navê “Zimanê Dayikê” ye.