Derhêner Omer Leventoglû û kameravan Huseyîn Alturk duh bi wesayîta taybet, ji Amedê ber bi Stenbolê ve rê ketin û di saet derdora 18.00an wesayîta wan ser rêya Sakarya-Kocaeliyê hate sekinandin û piştre herdu jî hatin desteserkirin.
Piştî ku agahî ji hevalên xwe re şandin, ji Leventoglû û Alturk 6 saetan agahî nehat girtin. Parêzeran ji bo agahiyê werbigire serî li Midûriyeta Polîsan a Kocaelîyê û Sakaryayê dan. Lêbelê Ji parêzeran re hat gotin ku Leventoglû û Alturk ne desteserkirî ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştre diyar bûye ku Leventoglû û Alturk di Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê de tên ragirtin.
Hat destnîşankirin ku Leventoglû û Alturk ji ber 4 tîşortên wêneyên Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser ên di wesayîtê de, hatine desteserkirin.
Polîsan dest danî ser tîşortan û Altûrk û Leventoglû jî piştî karûbarên îfadeyê serbest bûn.
(AS/AY)