Sînemakar û derhênerê dîmenan Koray Kesîk çar roj in desteserkirî ye. Karên îfadeyê yên Kesîk yên li emniyetê bi dawî bû. Kesik ji ber belgefîlma “Bakûr” bi endamtiya rêxistinê tê sûcdarkirin.
Li gor nûçeya https://www.mlsaturkey.com/tryê jêpirsîna li emniyetê ya Kesîkê ku di dosyeya wî de biryara nepenîtiyê hebû, danê nîvro bi dawî bû. Parêzeriya Kesîk ji Yekîneya Hiqûqê ya MLSAyê Fatîh Aydin kir. Kesîk îfadeya xwe li gel parêzerê xwe Fatîh Aydin da. Kesik ji ber belgefîlma “Bakûr” bi endamtiya rêxistinê hat sûcdarkirin.
Li emniyetê pirsên tekildarî belgefîlma “Bakûr-Kuzey” li Kesik kirine. Kesîk derhêneriya dîmenî ya belgefîlma “Bakûr-Kuzey” kiribû.
Aydin diyar kir ku piştî jêpirsîna 4 saetan wê Kesik îro piştî nîvro ji bo îfadeya li dozgeriyê bişînin edliyeyê.
(AÖ/AY)