Ji bo nûçeya Tirkî
Piştî hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hatibû gelek akademisyen, nivîskar û siyasetmedar jî di nav de 70 kesên dildar danezana “Derbe hat rawestandin niha dema aştiyê ye" weşand û aştî xwestin.
Akademîsyenan li Salona Civînê ya Cezayirê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku êdî dem dema aştiyê ye.
Pêwistiya aştî û demokrasiyê heye
Aktivist Yildiz Onen daxuyanî xwend û wiha got: "Me Derbe rawestand, em dikarin aştî û azadiyên xwe jî bi ser bixin. Me Derbe rawestand, niha dora paqijkirina nijadperestî, militarizm û hişmendiya Derbekaran e. Niha dema em hemû kesên demokrat, aştîxwaz û kesên edaletê dixwazin milê xwe bidin hev û daxwazên xwe yên aştî, edalet, demokrasî û azadiyê bînin ziman e.’
Hevberdevkê DSIPê Şenol Karakaş, diyar kir ku yên bajar bombe kirin û piştre meclîs bombe kir hovîtiek wisa ku qet pêk nehatiye ye.
Hunermend Zeynep Tanbay jî anî ziman ku ew tu Derbeyan rewa nabînin û wiha got: "Li vî welatî tu carî demokratî pêk nehatiye. Di qada demokrasiyê de gavên paşve hatin avêtin. Em dê li dijî polîtîkayên faşîst ên AKP'ê rawestîna xwe berdewa bikin.
70 hîndekarên îmze avêtin wiha ne:
Alî Baydaş, Atilla Dirim, Berkay Bagci, Burak Kalpaklioglu, Cafer Solgun, Can Irmak Ozinanır, Celal Înal, Çagla Oflas, Dilaver Demirag, Esra Argiş, Faruk Sevim, Fatma, Bostan Unsal, Ferda Keskin, Ferhat Kentel, Funda Ata, Gîray Koprulu, Gul Dönmez, Hakan Tahmaz, Halil Îbrahim Yenîgün, Hasan Fehmi Ozer, Hasan Uyar, Halîn Alp, Îbrahim Sediyani, Îdîl Ogut, Îslam Ozkan, Îsmail Çapar, Jale Mildanoglu, Julide Tunakan, Kelemet Çigdem Turk, Kemal Başak, Kerem Kabadayi, Korhan Gumuş, Kuban Kural, Levent Şensever, Mehmet Arîf Koçer, Meltem Oral, Mine Atafirat, Murat Çelîkkan, Murat Erkman, Murat Çaglar Kavakli, Nazif Kapusuz, Nebiye Ari, Necdet Kiliç, Nîl Mutluer, Nuran Yuce, Ozan Ekin Gokşin, Ozan Tekin, Perihan Bolat, Reha Ruhavioglu, Roni Margulîes, Sennur Baybuga, Serhat Ozdilli, Serkan Akyildirim, Sidika Çetin, Sîbel Ozbudun, Sinan Kurban, Sinan Ozbek, Soner Dinçsoy, Suphan Erkan, Şenol Karakaş, Şevki Evrendilek, Tatyos Bebek, tolga Tuzun, Turgay Ogur, Ufuk Uras, Volkan Akyıldırım, Yasin Altıntaş, Yıldız Onen û Zeynep Tanbay.
(SG/YO)