Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Ji bo Wezîrê berê yê Aboriyê Zafer Çaglayanî, Midûrî Giştî yê berê yê Halk Bankasiyê Suleyman Aslanî û Alîkarê Midûrê Giştî Levent Balkanî de bi awayekî fermî biryara girtinê hat standin ku her sê nav weke bersûc ketibûn nava doza Reza Zarrabî de.
Li gorî vê encamê hejmara kesên di dozê de tên dadgehkirin derket 9an ku 2 ji wan girtî ne.
Di dozê de Reza Zarrabî û Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakanî girtî ne. 7 bersûcên din wê bi paşbenî wê bên dadgehkirin.
aglayan bi wan sûcan tê tawanbarkirin ku li hember ambargoya Îranê bi rêyên dijyaseyî pare şandiye û “bi milyonan dolar pare weke bertîl standiye” tê sûcdarkirin.
Li gel Çaglayan kesên din ên ku di dosyeya Sarrafî de cî girtine ev in: Midûrê Giştî yê berê yê Halk Bankasi Suleyman Aslan, Levent Balkan û Abdullah Happani. Niha ligel Riza Sarrafî, Mohammad Zarrab, Camelia Jamshidy, Hossein Najafzade û Mehmet Hakan Atilla di heman dozê de tên darizandin.
Alîkarê Midûrê giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla, di çarçoveya lêpirsîna Riza Sarrafî de adara 2017yê li New Yorkê hatibû girtin.
Çi bûbû?
Reza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.
Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Zarrabî.
Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin. Sarraf 16ê Hezîrana 2016ê derket pêşberî dadwer û tohmetên li hemberî xwe red kir. (YY/FD)