Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Derbarê Sezgîn Tanrikûlûyî Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê de ji ber gotinên wî yên li ser Navgînên Hewayî yên Bêmirov û Biçek (SİHA) lêpirsîn hat vekirin. Di 31ê Tebaxê de li gundê Ogûl ê Colemêrgê di encama êrîşa bi Navgînên Hewayî yên Bêmirov û Biçek (SİHA) de kesek miribû û 3 kes jî birîndar bibûn.
Tanrikûlû derbarê SİHAyan de wiha axivî bû:
“Berê JİTEM hebû, niha heman erk ji hêla SİHAyan ve tê bicî anîn. Ev rêbaz di dewleta hiqûqê de nîne, lê di şer de dibe, rêzikên şer jî hene. Hikûmeta AKPyê, dema li danezanên hilbijartinê ya 2002yê, li programên hikûmetê dinêrin, bi îdiaya rêzgirtina mafên mirovan, edalet, azadî û wekheviyê hat. Piştî 15 salan veguherî desthilata TOMA, dozer û SİHAyan. Navê vê desthilatê desthilata TOMA (Navgîna Mudaxeleyê ya bûyerên civakî), dozer û SİHAyê ye.”
Erdogan: Qaşo, SİHAyan li sivîlan dane
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî beriya serdana xwe ya Kazakistanê li Balafirxaneya Ataturkê axivîbû û wiha gotibû:
“Nûnerekî partiya muxalefeta bingehîn derdikeve û rexneyan tîne ser SİHAyan. Qaşo li sivîlan daye. Ew sivîl li ku ne. SİHA li terorîstan dide.
“Hêzên me yên çekdar wê vê têkoşîna xwe ya bi rêxistinên terorê re berdewam bike. Nûnerên CHPyê nikarin vê bidin sekinandin.
“Tenê ferqek di navbera we de heye; hûn CHP ne, ew HDP. Ferqa we tenê ev e. Niyeteke we ya xwecîhîbûn û milîbûnê nîne.
Tanrikûlû li ser vê daxuyaniyê ji hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî:
“Min li vir navên sivîlên ku SİHAyê ya bi navê Bayraktarê li wan daye parve kir, min aşkere kir. Birêz Erdogan dibe ku ji ber geremola sûcdariyê hûn êrîşî min dikin!”. (EKN/FD)