Derbarê serokên 12 baroyên bajarên herêmê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Artêşa Tirkiyeyê di Çiriya Paşiya 2022an de li dijî rojavayê operasyonekî hewayî pêk anîbû. Serokên 12 baroyên bajarên Amed, Agirî, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê li dijî wê operasyonê bertek nîşan dabûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê baroyan daxuyaniya hevbeş bi sernava “Divê em di hemû şert û mercan de aştiyê biparêzin” belav kiribûn.
Her weha di daxuyaniyê de ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyeyê daxwaz hatibû kirin ku pirsgirêkan bi rêya diyalog û aşitiyê çareser bikin û bila şer pêk neyê.
Serodozgeriya Komarî ya Amedê bi tohmeta ku “Gelê Tirk, dewleta komara Tirkiyeyê û sazî û dezgehên dewletê piçûkxistine” derbarê serokên 12 baroyên herêmê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren derbarê lêpirsînê de destnîşan kiriye ku wan ew daxuyanî bi armanca aştiyê belav kirine û gotiye: “Armanca lêpirsînê ew e ku me ji van qadên çalakiyê dûr bixe."(AY)