Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Beykozê de Rêvebirê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, derbarê Şaredariya Beykozê ya Stenbolê ya CHPî de ji ber konserê lêpirsîn hate destpêkirin.
Rêvebirê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. ku beriya 15ê Çileya 2025an rêvebirrê vê beşê bû, hate desteserkirin.
Hat îdiakirin ku E.D. di çalakiyên konserê yên şaredariyê de karûbarên derhiqûqî kiriye.
(ED)

