Nûçegihana JINNEWSê Rabia Onver, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” ji ber parvekirinên wê yên li ser hesabê wê yê medyaya civakî, ji bo îfadeyê hat gazîkirin.
Rabia Onverê li Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Polîsan a Geverê îfadeya xwe da.
Di dema pirsê de, gotinên ku Rabia Onver di parvekirinên wê yên medyaya civakî de bikar aniye jî yek bi yek hatin lêkolînkirin. Ji wê hat pirsîn ka kesên ku di parvekirinan de hatine behskirin kî ne û gelo têkiliyek wê bi wan re heye.
Her wiha ji Rabia Onverê hat pirsîn ka gelo endamek ji malbata wê bi PKKê re têkiliyek wan heye an na.
Rabia Onver di îfadeya xwe de derbarê pirsên ku jê re hatine kirin de diyar kir ku nivîsên ku behsa wan tê kirin di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne.
Piştî pêvajoya îfadeyê, Rabia Onver bi parêzerê xwe re ji emniyetê derket.
(AY)

