Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) ê Mêrdînê Ahmet Kanbalî de lêpirsîna sêyemîn da destpêkirin. Pêştir jî ji bo heman nûçeyê derbarê Kanbalî de du caran lêpirsîn hatibû destpêkirin û Kanbal ji wan lêpirsînan biryara neşopandinê stendibû.
Sedema lêpirsînê nûçeyên têkildarî Mûsa Kahramanê HPGyî û kuştina xalê wî Lokman Gorgunê bavê 8 zarokan e.
Kanbal bi tohmeta ku “bi qestî agahiya xapîner di nav gel de belav kiriye”(TCK 217/A) tê sûcdarkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Kanbal li Emniyetê îfadeya xwe da. Kanbal li emniyetê diyar kiriye ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û parvekirinên wî bi naveroka nûçeyan bûne. Kanbal da zanîn ku di nûçeyên wî de agahiyên xapîner tune ne û armanca xala “agahiya xapîner bi zelalî belav kiriye” astengkirina rojnamevaniyê û rojnamevan e û sînordarkirina çêkirina nûçeyan e.
Kanbal diyar kir ku rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji bo betalkirina xala navborî serlêdanan kirine û dozgerî jî ji bo betalkirina xala navborî ku li dijî Destûra Bingehîn e serlêdanî cihê pêwîst bike. Kanbal destnîşan kir ku ew tawanbariyê ku hatine kirin qebûl nake.
(HA/AY)