3emîn danişîna doza rojnameger Geşbûn Ayşe Kara li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” doz li Karayê hatibû vekirin,
Geşbûn Ayşe Kara beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temur amade bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê daxwaza ku îfadeya Ayşe Karayê li derveyî welat were girtin, qebûl nekir û derbarê Geşbûn Ayşe Karayê de biryara girtinê da.
Her weha dadgehê danişîna dozê taloqî 6ê Adadra 2025’an kir.