Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Derbarê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Şermîn Soydan ku di 14ê Gulanê de ji ber nûçeya wê ya “Vaye belgeya xevkirî ya operasyona Geverê” hatibû girtin de biryara tehliyekirinê hat dayîn.
Şermîn Soydan li Girtîgeha Tîpa T ya Oltuyê bi riya SESGISê tevli rûniştina dozê ku li 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Colemêrgê hat dîtin bû.
Heyeta Dadgehê dema girtîbûna wê li ber çavan girt û derbarê Soydan de bi şertê serbestiya kontrolkirî, biryara tehliyekirinê da. Doz taloqî 13ê Çileyê hat kirin.
Çi bûbû?
Nûçegihana DIHAyê ya Wanê ye. Di 12ê Gulanê de li Wanê dema diçû nûçe çêbike hat binçavkirin. Li Şaxa TEMê ya Mudiriyeta Emniyetê hat girtin û dema binçavkirinê lê hat dirêjkirin.
Piştre hat hînbûn ku ew ji ber nûçeya wê ya bi navê “Vaye belgeya xevkirî ya operasyona Geverê” hatiye binçavkirin.
Soydan di 14ê Gulanê de bi îdiaya “belgeya veşartî ya dewletê weşandiye” ve hat girtin.
(EA/YO)