Li Stenbolê di metroyê de kesekî tûndkarî li zarokek sûriyeyî kir. Derbarê wî kesî de lêpirsîn hat destpêkirin.
Nûçeya tûndkariyê cara yekem di Ajansa Mezopotamyayê de hat weşandin.
İstanbul’da metroda saç tokası satan Suriyeli çocuğa şiddethttps://t.co/bGkgJzENLQ pic.twitter.com/D5L8nfFnFB
— Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) August 28, 2024
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî mijarê li ser platforma Xê daxuyanî da û wiha got:
“Li Stenbolê di metroyê de kesekî êrişa fîzîkî li dijî zarokek biyanî bikaranî. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê wî gumanbarî de lêpirsîn da destpêkirin. Ji bo tespîtkirin û girtina gumanbar xebat dewam dikin. Lêpirsîn bi hûrgilî tê kirin.Tundkariya fizîkî ya li dijî zarokê ku nîşaneya bêgunehiyê ye, bi çi awayî dibe bila bibe, tu carî nayê qebûlkirin. Dijminahiya biyaniyan û nejadperestî ya ji bo nijad, reng, ol û ziman li dijî nirxên me ne. Divê bila neyê ji bîr kirin ku ger zarok bikene dinya dikene. "Ger zarok bigirî, wijdan digirîn, dinya digirî."
(EMK/AY)