Derbarê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) de bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” îddianameyeke nû hatiye amadekirin.
Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye. Duyemîn danişîna dozê li 9emîn Dadgeha Cezayê Girana a Amedê pêk hatiye. Guvenê ji ber tevlîbûna çalakî û axavtinên xwe yên li çalakiyan bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” tê dadgehkirin. Guven li Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎSê tevlî danişînê bûye. Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî jî li danişînê amade bûye.
Serokê Dadgehê diyar kiriye ku daxwaza parêzer a ji bo guhertina dadger ji aliyê 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatiye redkirin.
Di danişînê de derketiye holê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve bi iddiaya ky "propagandaya rêxistinê" kiriye derbarê Guvenê de doznameyeke din hatiye amadekirin. Doznameya ku nû hatiye amadekirin bi daxwaza bi dosyeya heyî re were yekkirin hatiye şandin. Ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin û bi dosyaya heyî re biyekkirin e.
Di wergerê de şaşî heye
Di danişînê de ji Guvenê hatiye xwestin ku li dijî doznameya hatiye amadekirin parastinê bike. Guven li dijî vê derketiye û ji bo lêkolînkirinê daxwaz kiriye ku dozname jê re bê şandin.
Guvenê daye zanîn ku qeydên dengên wê yên bi kurdî yên di dosyayê de şaş hatine wergerandin û xwestiye ku parvekirinên wê yên medya sanal ên sûc hatine hesibandin jê re bên şandin.
Parêzerê Guven Çelebîyî jî gotiye ku ew tevlî daxwazên muwekîla xwe dibe û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kiriye.
Serokê Dadgehê hemû daxwaz qebûl kiriye û danişîn taloqî 11ê Nîsanê kiriye. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê