Ji bo nûçeya Tirkî
Ji ber ku li Sûriyê leşkerên amerîkî kamûfilajên bi nîşaneyâ YPGê li xwe kirine, di navbera Tirkiye û Amarîkayê de gengeşî çêbû.
Di operayonên HSDê ya li dijî DAIŞê pêk tîne de wêneyek hatibû kişandin û di wê wêneyê de leşkerên amerîkî nîşaneya YPGê bi xwe ve daliqandibûn. Derbarê vê mijarê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyanî da.
Cook: Ji bo ewlehiyê
Berdevkê Pentagonê Peter Cook civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku leşkerên amerîkî ji bo şêwirmendiyê li herêmê ne û di şer û pevçûnan de cih nagirin û got: ‘Yekîneyên tevgera taybet li hin herêman beşdarê operasyonan dibin û ji bo ewlehiya xwe dikarin di nav hêzên herêmî de cih bigirin.’
Berdevkê HDPê piştrast kir ku yên di wêneyan de dixwiyên leşkerên amerîkî ne, lê derbarê cih û wextê kişandina wê wênêyê de tu agahî neanî ziman.
Amerîkayê derbarê HSDê de agahî da
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîna çapemeniyê de derbarê HSDê û operasyonên ku HSDê pêk tî ne de agahî da.
Toner derbarê HSDê ku niha li Reqayê li dijî DAIŞê operasyon pêk tîne de got:’Yên ku oerasyonên pêk tînin %60î kurd, %40 jî ereb in.’
Toner ragihand ku di nav îtifaqa ku pêkhatî de, divê dengeyek baş were avakirin.
Çavuşoglu: Me bertek nîşan da
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ku ji bo Civîna Welatên Kêmpêşketî ya NYê li Antalyayê bû, axivî û got: ‘Ji hêla leşklerên amerîkî ve ku hevpeypanê me ye daliqandina nîşaneya rêxistina terorê (YPG) nayê qebûlkirin.’
Çavuşoglu ragihand ku bertekên wan ji hêla konsulê wanê amerîkayê ve ji Karên Derve ya Amerîkayê re hatiye ragihandin.
(HK/ YO)