Derbarê kesên ku di qezaya ferîbotê ya li Girneyê de windabûyî de em çi dizanin?
Ji ber binavbûna keştiya rêwiyan a bi navê "Filo Jet" ku ji Bendera Girneyê ya Qibrisa Bakur ber bi Bendava Taşucu ya Mersînê ve diçû, heşt kes mirin.
Li gorî daxuyaniya ku Serokwezîrê Komara Tirk a Kibrisa Bakur(KKTC) Unal Ustel daye, di keştiyê de 8 personel jî di nav de 267 kes hebûn. Ji wan 239 kes hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 20 kesên windabûyî berdewam dikin û her weha xizmên wan li benda wan in.
Li gorî daxuyaniya Ustel kesên di qezayê de mirine navên wan weha ye: Nihat Balyemez, Hüseyin Ozdemir, Nuray Zeytun, Fahri Ateş, Gulcan Gurel, Reyhan Verim, Nisa Torer, Nurcan Hilaloglu.
Navên 20 kesên ku windabûyî ev in: Ferdi Torer, Mustafa Demir, Mahmut Demir, Ozgur Gonul, Anni Asel Hilaloğlu, Şerif Ozdemir, Suleyman Erdogan, Saliha Miray Biçer, Mehmet Asaf Biçer, Orhan Bekret, Nazmiye Ozbolat, Elmas Demir, İsmail Kurt, Yulia Ozcan, Ayhan Ozcan, Elife Bayır, Nihat Pancar, Mustafa Kemal Yaralı, Mehmet Bayhan, Mehmet Nuri Ayran.
Me agahiyên derbarê kesên windabûyî de ji parvekirinên xizmên wan ên li ser medyaya civakî, ji çapemeniya Kibrisa Bakur û ji nûçeyên malperên herêmî berhev kirin.
Saliha Miray û Mehmet Asaf Biçer
Nûçegihana NTVyê Melike Şahin, li Girneyê bi kesên rizgarbûyî û xizmên windayan re axivî ku xebatên lêgerînê yên ji bo 18 kesan dişopînin.
Di nav rêwiyên windabûyî de du endamên malbata Biçer a ji Hatayê jî hene.
Hayri Biçer û Ayten Biçer ji bo bêhnvedanê hatibûn Girneyê. Di qezayê de keçika wan a 12 salî Saliha Miray Biçer û kurê wan ê 9 salî Mehmet Asaf Biçer winda bûn.
Ayten Biçerê bertek nîşanî îhmalkariyên di qezayê de da û weha got "Em ji bo bêhnvedanê hatibûn, ez zarokên xwe dihêlim û diçim.”
"Mazot hebû, her der xiş dibû"
Biçerê da zanîn ku di dema qezayê de mirovan pê li hev dikirin û hewl didan rizgar bin û weha pêde çû: "Zarokên min qêriyan û gotin 'dayê destên me bernede."
Biçer difikire ku zarokên wê di keştiyê de asê mane.
Ayten Biçerê diyar kir ku ew û hevjînê xwe ji aliyê kesên ku hatine hawara wan ve rizgar bûne û got: "Valêz ket ser me. Mazot hebû. Her der xiş dibû."
DEM Partî û Partiyê NÛyê li ser keştiya ku li Girneyê bin av bibû daxuyanî dan
Biçer axaftina xwe wiha berdewam kir û diyar kir ku xebatkarên li keştiyê gotine hewaya bi bahoz dê di nav 20 deqîqeyan de derbas bibe û weha got:
"Em ji bo bêhnvedanê hatibûn, em vedigeriyan malê. Min pê li 20 kesan kir ku ez derketim. Êlekên rizgarkirinê tunebûn. Zarokên min bê êlekên rizgarkirinê çûn. Êlekên rizgarkirinê nedan me. Tiştên mîna balonan hatin, herî pêşî personel li wan siwar bûn."
Ayten Biçerê îdîa kir ku personelên keştiyê hewl dane rêwiyên tirsiyane bêdeng bikin û ji wan re gotine: "Hîç lingê we neketiye deryayê? Bêdeng bibin."
Parvekirinên derbarê 18 kesên din ên ku piştî qezayê winda bûne wiha ne: