Derbarê karkerên ku di teqîna HABAŞê de mirin em çi dizanin?

Li Kargeha Hesin û Polayî ya HABAŞê ya li navçeya Alîagaya Îzmîrê, di 9ê Mijdarê de teqînek pêk hat û di şewata ku piştî teqînê derket de herî kêm 17 karker mirin, yek jê giran 12 karker jî birîndar bûn.

Li Îzmîrê di kargehê de teqîn pêk hat: Bi kêmanî 17 karker mirin
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar aşkere ku teqîn di ocaxa arke ya ceyranê ya kargehê de, di dema xebata çakkirinê ya rûtîn de ku her du hefteyan carekê tê kirin, di encama hilweşîna vîncê de çêbûye.
Karkerên ku jiyana xwe ji dest dane ev in:
Me agahiyên têkildarî karkerên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dane, ji parvekirinên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) û platformên nûçeyên herêmî yên li Îzmîrê berhev kirin.
Kadir Kaan Ozçelik
Meclisa ISIGê da xuyakirin ku endezyarê makîneyê yê 25 salî Kadir Kaan Ozçelik di teqînê de jiyana xwe ji dest daye.
Bikarhênera Xê ya bi navê "sevval" (@sn4yrhis) ku diyar kir ew xwişka Ozçelik e, di parvekirinên xwe yên piştî mirina birayê xwe de bertek nîşanî rayedaran da:
"Birayê min hîn 25 salî bû. Navê wî Kadir Kaan Ozçelik e. Tevî ku sibehê mir kesî ji me re got û ji me veşartin. 3 meh in dest bi kar kiribû, lê ev teqîna 2emîn bû. Dîsa tedbîr nehat girtin. Niha derketine dibêjin 'Yên ku navê wan di lîsteyê de nîne bila li tipa edlî binêrin'. Herdu destên min di qewriya we de ne. Ez ê hesabê birayê xwe bipirsim."
"Ez nizanim birayê min çend demjimêr in di morgê de razaye. Ji ber ku bi rastî ez nizanim kengî miriye jî. Walîyê me yê hêja li şûna ku navên kesên mirî bibêje bi wesayîta xwe ya taybet geriya û çû, di demekê de ku birayê min di tûrikê termê de bû. Gelek berpirsiyarê vê bûyerê hene. Ez ê nehêlim hûn rehet razên."
Ceylan Biyik, Recep Fedai, Guner Gokçe, Abdulkadir Kinaci û Ferhat Maraşli
Platforma medyaya dîjîtal a herêmî ya ku navenda wê Îzmîr e ya bi navê Mesele Menemen, da xuyakirin ku pênc ji wan karkerên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane li Menemenê dijiyan.






