Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenteran Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 105 pirsiyarname pêşkêş kirine û xwestine ku Alîkarê Serokomarî Fûat Oktay, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîra Malbat û Xizmetguzariyên Civakî Derya Yanik û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy wan bibersivînin.
Parlamenterên HDPyê Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Dersim Dag, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz Kaya, Ebrû Gunay, Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca, Fîlîz Kerestecîoglû, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huda Kaya, Mûazzez Orhan, Nûran Îmîr, Oya Ersoy, Pero Dundar, Remziye Tosûn, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Tulay Hatîmogûllari û Zuleyha Gulum, ji bo îstîsmara zayendî ya ku li Cemaeta Îsmaîlagayî bûye, îro 105 pirsiyarname pêşkêş kirine.
Di pirsiyarnameyan de behsa dijqanûniyên di pêvajoya hiqûqî de derketine holê jî kirine. Avakarê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşelî keça xwe ya şeş salî bi kesekî 29 salî re zewicandiye. Piştî ku doktorekî/ê keça ku îstîsmara zayendî lê bûye miayene kiriye û ji ber vê rewşê gilî kiriye, bûyer di rojava Tirkiyeyê de derket rêza jor.
Derbarê bûyerê de doz li Dadgeha 2yan a Cezayê Giran a Stenbolê doz hatiye vekirin û Baroya Stenbolê jî daxwaz kiriye ku midaxilî vê dozê bibe.
Li gorî daxuyaniya Baroya Stenbolê, “HGKya mexdûrbûyî di 14 saliya xwe de birine nexweşxaneyê da ku temenê wê diyar bibe, li vir keseke din li şûna wê xistine testê û weke ku 21 salî be rapor hatiye nivîsandin”. Baroyê ji ber vê sedemê jî gilînameyek pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Anadolûyê ya Stenbolê kiriye.
Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî jî serî li dadgehê daye û xwestiye ku bibe midaxil.
Rojnameger Tîmûr Soykanî nûçeya bûyera navborî amade kiribû û wşeandibû. Piştî ku nûçe belav bû û kete rojeva Tirkiyeyê, trolan, kesên ku nûçe weke “dijminatiya li dijî olê” nirxandin û kesên îstîsmar parastin li ser Twitterê li dijî Soykanî dest bi kampanyeya reşkirinê kirin û gef lê xwarin.
Soykanî derbarê vê kampanyayê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek weşand û got ku li şûna li dijî îstîsmara zarokan a terîqet pêk tînin derkiven, “êrîşî nûçeyekê dikin ku ji ber îdianameyê û belgeyan hatiye nivîsîn û xwe biçûk dixin.” (EMK/FD)