Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê Parlementerê Amedê yê HDPê Îdrîs Baluken de biryara girtinê hat derxistin.
Baluken di 4ê Mijdarê de di encama operasyonên li dijî parlementerên HDPê de hatibû girtin û di 30ê Çileyê de jî hatibû tehliyekirin.
8. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê li ser îtîraza serdozgeriyê, derbarê Baluken de careke din biryara girtinê da.
Duh hatibû ameliyatkirin
Îdrîs Baluken duh li Enqereyê ji çokê xwe ameliyat bû.
Cîgira Koma HDPê Filîz Kerestecioglu derbarê Baluken de duh li meclisê axivî û got ku rewşa wî baş e.
11 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Parlementerê Amedê û Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî di 30ê Çileyê de hat tehliyekirin.
Herî dawî Parlementera Edeneyê ya HDPê Meral Daniş Beşdaş di 31ê Çileyê de hat girtin.
Piştî girtina Daniş Beştaş, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(EKN/YO)