Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu îro destê sibehê ji mala xwe hat binçavkirin. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê wî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Şirnexê kirin.
Dadgeha Sulh Cezayê derbarê Ferhat Encu de biryara girtinê da. Bi vî awayî hejmara parlementerên HDPê yên hatin girtin derkete 8an.
Ferhat Encu duh dema diçû Belçîkayê li Blafirgeha Ataturkê hatibû astengkirin û polêsan dest danîbûn ser pasaporta wî.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak hatin girtin.
(AS/YO)