Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder de îdianame hat amadekirin û ji bo wan 5 sal cezayê hepiskirinê tê xwestin.
Di wê îdianameyê de hati gorin ku Demirtaş û Onder di axavtinên xwe yên 2013an de propagandaya PKKê kirine û pesnê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dane.
Demirtaş daxuyandibû ku ew ê neçin ji bo îfadedayînê
Piştî ku parêbendiya parlementerên ku derbarê wan de fezleke şandibûn meclisê hat rakirin, derbarê Demirtaş de 93 dosyayên amadekirî şandin ji Serdozgeriya Enqereyê re. Ji bo Demirtaş 2 caran muebet û 486 sal cezayê hepiskirinê tê xwestin.
Selahattîn Demirtaş daxuyandibû ku parlementerên HDPê bi ti awayî naçin û îfade jî nadin, ancax bi zorê polêsan dikarin wan bibin.
Çi bûbû?Li meclisê derbarê 152 parlemenrteran de 787 fezleke hene. 510 ji wan fezlekeyan derbarê parlementerên HDPê de hatine amadekirin.Di 20ê Gulanê de li meclisê qanûn hatibû qebûlkirin ku parêzbendiya parlementerên ku derbarê wan de fezleke heye were rakirin. Piştî wê yekê di 7ê Hezîranê de ew qanûn ji hêla Serokomar Tayyip Erdogan ve hat erêkirin. Di 10ê Hezîranê de Wezîrê Dadê Bekir Bozdag daxuyandibû ku wan 117 dosyayên derbarê parlementerên ku parêzbendiyên wan hatine rakirin, şandine ji dozgeriyan re. |
(EKN/YO)