Derbarê Şefîka Gultekîn, dayika Pinar Gultekîna ku Cemal Metîn Avci ew qetil kiribû de ji ber ku gilîyê wê hatiye kirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li Mûglayê, demekê beriya niha Cemal Metîn Avci hevala xwe Pinar Gultekîn bi îşkenceyê qetil kiribû. Bi hinceta ku Şefîka Gultekîn, dayîka Pinarê di danişîna doza ku di 26ê Nîsanê de pêk hatibû de ji Avciyî re gotiye, 'Ez ê te bikujim kûçik' kujer Cemal Metîn Avciyî giliyê Şefîka Gultekîn kiriye.
Hatiye diyarkirin ku li ser vê gilîkirin bi iddiaya "gef û heqaretê" doz li Gultekînê hatiye vekirin û wê îfadeyê bide.
Çi bûbû?
Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Mûglayê 16ê Tîrmehê ji mala xwe derketiye. Pinar Gultekîn bi rêya telefonê bi Sibel Gultekîn, xwuşka xwe ya li Stenbolê re axivî ye. Lê piştî wê agahî jê nestendiye.
Sibel Gultekîn ji jiyana xwuşka xwe ketiye gumanê û bi dêya xwe Şefika Gultekînê re çûye Mûglayê. Çûne Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotine ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dane cendermeyan dest bi lêgerînê kiriye. (AY)