Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mirina Turgut Ozal, qetilkirina Hrant Dink, mirina Muhsîn Yazicioglu, Qetlîama Roboskiyê, cinayeta li Somayê, 2 polêsên ku li Rihayê di mala xwe de hatin kuıştin, xistina balafira Rûsyayê...
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê tê îdiakirin ku ew bûyerên li jor re ji hêla FETOyê (Rêxistina Terorê ya Fetullahiyan) ve hatine kirin.
Gelo dema pêkanîna wan bûyeran de kî çi gotibû, kî li ser kîjan wezîfeyê bû û ew kesana niha çi dikin?
Mirina Turgut Ozal
Di sala 1993an / Serokomarê wê demê Turgut Ozal canê xwe ji dest da.
Wezîfedarên wê demê: Turgut Ozal-Serokomar, Suleyman Demirel-Serokwezîr, Îsmet Sezgîn-Wezîrê Karên Navxweyî, Dogan Gureş-Serokê Serekaniyê.
2ê Cotmeha 2012an / Li ser îdiaya ku digotin Turgut Ozal bi jehriyê hatiye kuştin, mexberê wî hat vekirin û li ser cenazeyê wî lêkolîn hat kirin.
Wê demê Haluk Ince serokê Tipa Edlî ya Stenbolê bû û wî bi heyeta li cem xwe ve cenazeyê Turgut Ozal lêkolîn kir.
Di encama lêkolînkirinê de di laşê Ozal de jehrî hat dîtin lê li ser sedema mirina wî nehat lihevkirin ka gelo ji ber wî jehriyê miriye an na.
Piştî hewldana derbekirinê
Doç. Dr. Haluk Ince ku cenzayê Ozal wî lêkolîn kiribû, ji bo belgeya ‘Plana Çalakiyên li dijî Îrticayê’ de jî biryar dabû ku ‘îmzeya li ser aîdê Dursun Çiçek e’.
Haluk Ince piştî hewldana derbekirînê bi hinceta ‘endamê rêxistina FETO/PYDê ye’ û ‘bi ser navê pêzaniyê/pisporiyê belgeyên derew amadekiriye’ ve di 6ê Tebaxê de hat girtin.
Piştî Haluk Incce hate girtin, Ahmet Ozalê kurê Turgut Ozal ji AAyê re daxuyandibû ku dibe tiliya Cemaeta Gulen di mirina bavê wî de hebe.
Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Halîl Şivgin duh beşdarê bernameya AHaberê bû got ku divê mirina Ozal were lêkolînkirin ka tiliya Cemaeta Gulen tê de heye an na.
Kuştina Hrant Dink
19ê Çileya 2007an / Berpirsê Weşana Giştî yê AGOSê Hrant Dink hate qetilkirin.
Wezîfedarên wê demê: Abdullah Gul-Serokomar, Recep Tayyip Erdogan-Serokwezîr, Beşîr Atalay-Wezîrê Karê Navxweyî, Îlker Başbug-Serokê Sererkaniyê.
Di 20ê Çileya 2007an de Ogun Samastî ku Hrant Dink qetil kiribû hate girtin. Doza ku hatibû vekirin piştî biryara Dadgeha Bilind ve hat betalkirin û dadkirin ji nû ve dest pê kir. Gumanbarên girtî wiha ne: Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê Ramazan Akyurek, Amîrê Emniyetê yê berê Ali Fuat Yilmazer. Kesên weke Mudirê Emniyeta Stenbolê yê berê Celalettin Cerrah, Mudirê Îstixbarata Şaxa Stenbolê yê berê Ahmet Ilhan Guler, Erhan Tuncel, Mudirê Îstixbarata Şaxa Trabzonê yê berê Reşat Altay û her du polêsên bi navê Onur Karakaya û Mehmet Ayhan jî bi awayekî negirtî weke gumanbar tên darizandin.
Piştî hewldana derbekirinê
Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina Hrant Dink de çawîşê pispor yê bi navê Yusuf Bozca piştî hatibû binçavkirin di îfadeya xwe de gotibû: ‘Qetilkirina Hrant Dink ji hêla endamên FETOyê ve hat organîzekirin û bingeha derbekirinê jî bi vê bûyerê dest pê kir.’
Kuştina Muhsîn Yazicioglu
25ê Adara 2009an / Helîkoptera ku Serokê Giştî yê BBPê Muhsîn Yazicioglu, rojnameger Îsmaîl Guneş, Serokê BBPê yê Şaxa Sêwazê Erhan Ustundag û alîkarê serokî Yuksel Yanci, Endamê Meclisa Şaredariyê yê BBPî Murat Çetinkaya û pîlotê helîkopterê Kaya Istektepe tê de bûn ket û di encamê de ew ên di helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan.
Wezîfedarên wê demê: Abdullah Gul-Serokomar, Recep Tayyip Erdogan-Serokwezîr, Beşîr Atalay Wezîrê Karên Navxweyî, Îlker Başbug-Serokê Sererkaniyê.
Waliyê Kayseriyê Mevlut Bilici jî tê de derbarê 132 gumanbarên wê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin. Lêbelê derbarê wan lêpirsînan de Serdozgerê Mereşê biryara neşopandinê (ti delîl nehatiye dîtin) da û dosyeyê girt.
Piştî hewldana derbekirinê
Hevsera Îsmaîl Guneşî ragihand ku ew biryara neşopandinê ji hêla alîgirê FETOyê ve hat dayîn û xwest ku dadkirin ji nû ve dest pê bike.
Qetlîama Robaskiyê
28ê Kanûna 2011an / Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê li navbera gundên Roboskî-Bujehê 34 kes ji hêla balafirên TSKê hatin kuştin. Di nav kesên kuştî de 28 ji wan ji hemah malbatê bû.
Wezîfedarên wê demê: Abdullah Gul-Serokomar, Recep Tayyip Erdogan-Serokwezîr, Îdrîs Naim Şahin-Wezîrê Karên Navxweyî, Necdet Ozel-Serokê Sererkaniyê.
Daxuyaniyên destpêkê
Serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan derbarê mijarê de di daxuyaniya xwe ya yekem de got: ‘Ez ji ber hesasiyeta wan tevî medyayê be jî spasiyên xwe li Serokê Sererkaniyê û fermandariyê dikim.’
Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Çelik jî got: ‘Yê ku li Qilebanê çêbû qezayeke operasyonî ye.’
Lêpirsîn
Li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a TBMMê heyetek wezîfdar kir ku derbarê bûyera li Qilebanê de lêpirsîn bike û heyetê civîna xwe ya yekem jî di 12ê Çileya 2012an de pêk anî.
Wezareta Parastinê di rapora xwe ya dabû heyetê de destnîşan kir ku ji ber Dozgeriya Taybet a Amedê û Dadgeha Sulh Cezayê ya Qilebanê derbarê bûyerê de biryara veşartinê girtiye, ti agahî bi heyetê re parve nekir û pirsên wan nebersivandin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 12ê Hezîrana 2013an de derbarê dosyeya Qetlîama Roboskiyê de biryara betalbûna ji wezîfeyê da û dosyeyê ji Dozgeriya Leşkerî ya Serekaniyê re şand.
Dozgeriya Leşkerî ya Serekaniyê biryara betaliyê da û bi wê biryarê hewce nedît ku derbarê qetlîamê de doz veke. Malbatên mexdûr îtirazê wê yekê kirin lê ew jî nehate qebûlkirin.
Malbatên mexdûr di 18ê Sibata 2014an de serî li Dadgeha Makeqanûnê dan.
Dadgeha Makeqanûnê di 24ê Sibata 2015an de bi hinceta ‘di dosyeyê de belge kêm in’ serlêdan betal kir.
Piştî hewlda derbekirinê
Berat Albayrak (25ê Tîrmehê): ‘Ne tenê bûyera 24ê Mijdarê, tiliya wê rêxistinê (FETO) di bûyera li Qilebanê û di Geziyê de jî hene.’
Rojnameya Sabahê (28ê Tîrmehê): Ji binê Qilebanê derbekarên FETOyî derketin (Nûçeya Ersan Atar)
Li Somayê cînayeta li kana madenê
14ê Gulana 2014an / Li navçeya Somayê ya Manisayê li kana komirê de şewat derketibû û di encamê de 301 keskar canê xwe ji dest dan.
Wezîfedarên wê demê: Abdullah Gul-Serokomar, Recep Tayyip Erdogan-Serokwezîr, Efkan Ala-Wezîrê Karên Navxweyî, Necdet Ozel-Serokê Sererkaniyê.
Di encama lêpirsîna derbarê bûyerê de doz hat vekirin 6 kes bi awayekî girtî, 5 kes jî negirtî bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ tên dadkirin. Derbarê wan kesan de 301 caran ji 20an heta 25 salan cezayê hepskirinê tê xwestin. Herwiha dîsa derbarê wan heman kesan de bi hinceta ‘birîndarkirina giran de’ bi awayekî cuda 162 caran ji 2an heta 6 salan cezayê girtinê tê xwestin.
Ji bilî wan 38 kesên din jî di çarçoveya heman mijarê de tên dadkirin.
Piştî hewldana derbekirinê
Serokê Lijneya Rêveberiya Karsaziya Soma Komurê Can Gurkan ku girtî ye, di 9ê Tebaxê de rûniştina doza xwe de wiha got: ‘Welatê me di bin êrişên PKK, DHKP-C û FETOyê de ne. Wan rêxistina li Somayê jî heman tiştî kirin. Faîlê Somayê FETO ye. Seokê Baroya Manisayê yê berê Zeynel Balkiz piştî bûyera Somayê ji me re got: ‘Em di dosyeyê de alîgirên malbatan e.’ Îro ji ber ku têkiliyê wî kesê bi FETOyê re heye dest danîne ser mal û milkên wî. Dema lêpirsînê de heyeta pêzan çima neçûn cihê bûyerê. Gelo wan ji ciheke din telîmat hildan?
2 polêsên ku li Rihayê hatin kuştin
22ê Tîrmeha 2015an / Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polêsên bi navên Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar li mala xwe hatin kuştin.
Wezîfedarên wê demê: Recep Tayyip Erdogan-Serokomar, Ahmet Davutoglu-Serokwezîr, Sebahattîn Ozturk-Wezîrê Karên Navxweyî, Necdet Ozel-Serokê Sererkaniyê.
Li ser 2 telefonên îxbarê 9 kes hatin binçavkirin û 7 kesên ji wan piştre hatin girtin.
Piştî hewldana derbekirinê
Li gorî nûçeya Mahmût Bozarslanê ji Haberturkê derbar dadgerê ku derbarê wan kesên hatine binçavkirine de biryara girtinê daye, di encama lêpirsîna FETOyê de hat girtin.
Xistina balafira Rûsyayê
24ê Cotmeha 2015an / Li ser sînorê Tirkiye-Sûrî de balafira şer a Rûsyayê ji hêla balafirên TSKê ve hat xistin.
Wezîfedarên wê demê: Recep Tayyip Erdogan-Serokomar, Ahmet Davutoglu-Serokwezîr, Sebahattîn Ozturk-Wezîrê Karên Navxweyî, Hulusi Akar-Serokê Sererkaniyê.
Daxuyaniyên destpêkê
Erdogan (25ê Cotmeha 2015an) ‘2 balafirên ku nedihat zanîn ka aîdê kî ye, di nav 5 deqîqeyan de 10 caran hate şiyarkirin. Yek ji wan balafiran zivîri çû lêbelê ya din neçû û îxlalkirinê dewam kir.
‘Paşê hat zanîn ku balafira ku hatiye lêxistin, aîdê Rûsyayê ye.’
Davutoglu (25ê Cotmeha 2015an): ‘Di çarçoveya qanûna angajmanê ya navnetewqeyî de F-16yên me mudaxele kirine.’
‘...Eger ew yekên ku pêk hatine bibe sedema îxlalkirinên nû, em dê her tedbîrê hildin. Di wê civînê de jî minm bi xwe talîmatên pêwîst dan hêzên me yên artêşê.’
23ê Kanûna 2015an: Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî.
24ê Kanûna 2015an: Davutoglu: ‘Rizaleteke mezin e ku Hevserokê Giştî yê HDPê li Moskovayê gotiye ‘ Tirkiyeyê xerab kir ku balafira Rûsyayê xist.’
Piştî hewldana derbekirinê
Piştî hewldana derbekirinê di encama operasyonên li dijî Cemaeta Gulen de 2 pîlotên ku balafira Rûsyayê xistibûn, hatin girtin.
Serokomar Tayyip Erdogan di 9ê Tebaxê de li hevdîtina xwe ya bi Serokdewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn re got: ‘Îro bi awayekî zelal dixwiyê ku rêxistina FETOyê qestê têkiliyên navbera welatên me kirine.’
(BK/YO)