Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo ku Baroya Amedê bertek nîşanî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê dabû û bûbû hedefa derdorên desthilatdariyê. Serdozgeriya Komarî ya Amedê derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Bixwîne- Li Iraqê wê ji bo rojekê şîn bê girêdan
Li ser hesaba medyaya civakî ya Baroya Amedê ev peyam hatibû parvekirin: “Di encama bombebarana TSKê ya li dijî Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Mîna li Roboskê, dema mijara behsa xeberê dibe kurd, hiqûqa mirovîn bênirx dibe. Em ji malbatên qurbaniyan û ji Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Baroya Amedê ji bo ku berpirsyarên vê êrişa ku bûye sedema kuştina sivîlan bên tespîtkirin û cezakirin dê serlêdanê bike û pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopîne.”
(EMK/AY)