Derbarê endamên Desteya Rêveberiya Baroya Amedê de ji ber danezana têkildarî salvegera Qirkirina Ermeniyan lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Baroya Amedê têkildarî salvegera Qirkirina Ermeniyan a 24ê Nîsana 1915an daxuyaniya bi sernava “Em êşa felaketa mezin parve dikin” belav kiribû. Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê de bi îdiaya ku “Miletê Tirkiyeyê, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê biçûk xistin e” lêpirsîn daye destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Baroya Amedê ragihandiye ku bi destûrdayîna Wezareta Dadê re derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren, endamên Desteya Rêveberiyê Zuhal Işık, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Alî Îsmet Gîrgîn, Diyar Ruknedîn Çetedîr, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berkî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serokê Baroyê Nahît Eren jî têkildarî lêpirsîna hatiye destpêkirin li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyê daye û gotiye: “Baroya Amedê azadiya derbirîna her kesî heta dawiyê diparêze. Wê baroya me ji ber zext û lêpirsînan xwe ji azadiya xwe ya derbirînê sînordar neke. Me gotinên xwe yên ji bo nirxên xwe gotine, em ê dîsa bi heman nirxên dîrokî biparêzin.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê