Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera berê û Berdevka Giştî yê KJAyê Ayla Akat Ata de bi hinceta “rêxistina terorî avakiriye û rêvebiriye, civîn û meşên li dijî qanûnê lidar xistiye û propagandaya rêxistinê kiriye” ve doz hat vekirin û derbarê wê de ji 30 salan heta 95 salan doz hat vekirin.
Îdianameya derbarê Ayla Akat Ata de hatiye amadekirin ji hêla 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
Li gorî nûçeya Dihaberê îdianame 118 rûpel e û di 100 rûpelan de agahiyên derbarê li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran bi Abdullah Ocalan re, rêziknameya KCKê, avakirina PKK, KCK û DTKê, rêvebirina van sazizan cih girtin. Her wiha hat îdiakirin, Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ku piştre avabûbû, ‘saziyên girêdayê KCKê ne’.
Di wê îdianameyê de hat îdiakirin ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî ‘meclisa giştî ya sereke ya KCKê ye”.
Di îdianameyê de ji 2010an hetanî 2016an çiqas meş, çalakî û daxuyanîdayînên ku Ayla Akat Ata beşdar bûye kirine hiceta wan sûcan. Her wiha twitên ku Akat-Ata parve kiriye jî di îdianameyê de cih girtin.
Tê zanîn ku Ayla Akat Ata di 26ê Cotmehê de ji bo şermezarkirina binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anli dema li ber şaredariyê daxuyanî dida bi derbkirinê hat binçavkirin. Akat-Ata piştî binçavkirina 4 rojan hat girtin û wê şandin girtîgehê.
(YY/YO)