Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê Parlementerê Amedê yê HDPê Altan Tan de bi îdiaya 5 sûcan doz hat vekirin û heta 38,5 salan ceza tê xwestin.
Altan Tan beriya niha ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê daye destpêkirin ve hatibû binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Di encama wê lêpirsînê de îdianameya ji 305 rûpelan pêk tê, ji hêla 5. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ve hat qebûlkirin û derbarê Tan de doz hat vekirin.
Altan Tan bi sûcên “avakirin û rêvekirina rêxistina terorî”, “di bûyerên 6-7ê Cotmehê de tehrîkirina ji bo sûcê”, “muxalefeta li dijî qanûna 2911”, “propagandakirina rêxistina terorî” tê sûcdarkirin û heta 38,5 salan ceza ji bo wî tê xwestin.
Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat betalkirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. 13 parlamenter hatine girtin. Herî dawiyê parlamenteriya Yûksekdagê hat betalkirin.
Kronolojiya binçavkirin û girtina parlementerên HDPê
Di 4ê Mijdarê de, hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, Serokwekîlê Koma HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin.
Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribûn û bi şertê kontrola edlî serbest berdabûn.
**
Di 7ê Çiriya Paşiyê de parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Aydogan hat girtin.
**
Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de Dadgeha Cezayê Giran a 2. biryar da ji ber lêpirsîna KCKyê parlamenterên HDPyê Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çağlar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yıldırım, Besime Konca, Alican Önlü û Nadir Yıldırım bi zorê bê anîn.
Cihgira hevserokên HDPyê Çaglar Demîrel û parlamentera HDPyê Besîme Konca hatin girtin.
**
Di 4ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Leyla Bîrlîk hat serbestberdan.
**
Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat girtin û di heman rojê de hat serbestberdan.
**
Di 30ê Çileya 2017ê de Serokwekîlê Koma HDPyê Îdrîs Balûken hat serbestberdan.
**
Di 31ê Çileya ya 2017ê de, berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen hat girtin.
**
Di 15ê Sibata 2017ê de Ferhat encû hat serbestberdan.
**
Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin.
**
Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê hat betalkirin. Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê bû 58.
**
Dadgeha Cezayî ya Bazidê 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî.
(YY/YO)