9 fezlekeyên ku derbarê 8 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û yekî Partiya Gel a Komarî (CHP) de hatine amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatine şandin.
Tezkereyên fezlekeyan ku ji aliyê Serokkomar ve hatin şandin, ji Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Edalet û Destûra Bingehîn pêk tê re hatine şandin.
Navê parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: “Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Feleknas Ûca, parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Remziye Tosûn, Omer Farûk Gergerlîoglû, Sezaî Temellî, Nûsrettîn Maçîn, Alîcan Onlu û parlamentere CHP’ê Aykût Erdogdû.” (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya