Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ajansa Anadoluyê aşkere kir ku derbarê 35 rojnamegeran de biryara desteserkirinê heye ku tê îdiakaran bernameya bi navê ByLockê bi kar anî ne.
Li gorî nûçeya AAyê Muhsin Pilgir, Ömer Faruk Aydemir, Sait Gürkan Tuzlu, Cüneyt Seza Özkan, Yusuf Duran, Ahmet Feyzullah Özyurt, Ahmet Sağırlı, Mutlu Özay û edîtorê Rojnameya Bîrgunê Burak Ekici hatin desteserkirin.
Ji rojnameya Bîrgunê Bûrak Ekîcî di saetên sibê de di encama serdegirtina mala wî de hat desteserkirin.
Ekîcî saet 06.00ê de li ser hesabê xwe ye Twitterê aşkere kir ku ew hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeyên ajansan serdegirtinên malên rojnamegeran berdewam dikin. (ÇT/FD)