Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mexdûrên îstîsmara zayendî ên Dêra Katolîkan a Fransayê daxwaz kirine ku lêpirsîna mijarê were kirin. Li Dêra Katolîkan ji 1950î û vir ve îstîsmara zayendî li 216 hezar zarokan bûye.
Francois Devaux, avakarê Komeleya Mexdûran a bi navê “La parole liberee” raporek weşandiye û tê de behsa îstîsmarkirina zarokan kiriye. Devaux gotiye ku “Hun neçar in berdêla hemû sûcan bidin.”
Li gorî raporeke ku nû li Fransayê hatiye aşkerekirin, li Dêra Katolîkan ji sala 1950î û vir ve îstîsmara zayendî nêzîkî li 216 hezar zarokan bûye.
Piştî aşkerekirina îstîsmarê, kesên mexdûr bûne, daxwaza tazmînatê dikin.
François Devaux diyar kiriye ku ev “îxaneta li baweriyê, îxaneta li etîkê, îxaneta li zarokan e.”
“Weke erdhejê ye”
Olivier Savignac, serokê komeleyeke din a mexdûran a bi navê “Parler et Revivre”yê jî rapor bi gotina “erdhejeke” penase kiriye. Savignac ji bo bandor li wan bûye daxwaza dayîna tazmînatê kiriye.
Li gorî raporê di navbera 2 hezar û 900 û 3 hezar û 200î de kesên îstîsmar kirine hene.
Hatiye diyarkirin ku li dibistanên Katolîkan ji bilî dersdaran endamên ji rêzê ên dêrê jî îstîsmar li zarokan kirine. Li gorî vê encamê dibe ku hejmara zarokên îstîsmar li wan bûye, bigihîje 330 hezarî.
Papa: Ez silavê li wêrekiya wan dikim
Vatîkanê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku Papa Francis dema haya wî ji van zanyariyan bûye, “bi êşeke kûr hisiyaye.”
Her weha diyar kiriye ku ew ji bo qurbaniyan “gelekî xemgîn e” û ew silavê “li wêrekiya wan dike.” (PT/FD)