*Ji ber ewlehiyê, me nav kiriye Denîz. Fotograf: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema pîrozbahiya Newrozê de (21ê Adara 2023yan) li Amedê komeke meran êrîşî endamên LGBTI+an kiriye.
Yek ji wan kesên ku êrîş lê bûye, endama LGBTI+an Denîz e. Denîzê ji bianetê re behsa tiştên ku hatine serê xwe kir:
“Du êrîşên mezin pêk hatin, ser û laşê min şîn bûne û werimîne.” Denîzê diyar kir ku ew ê giliyê êrîşkaran bike û serî li IHDyê daye.
“Ez bi tena serê xwe çûm qadê. Ez bi ti komê re tevnagerim. Dema ez ji qadê derketim, min endamên TIPê dîtin. Li ba wan komeke LGBTI+an hebû. Ji bo ez fotografan bigirim alên xwe dane min. Dema me fotograf digirtin, em tacîz kirin.
“Di rastiyê de wê demê bala min nekişand. Koma meran hin pirsên mîna ‘ev al çi ye?’ dipirsîn. Piştî deh deqîqeyan jî qiyamet rabû. Paşê van ciwanan ji nişka ve êrişî alên keskesor û TIPê kirin. Hevalan ev êrîş bi şûn de dahf dan lê paşê me biryar da ku em ji qadê derkevin.
“Em ê ji qadê derkevin lê kesên êrîşî me dikin li benda me bû. Em û hevalên din ên LGBTI+, me biryar da em ji qadê derkevin. TIPiyan hewl dan ku wan ji qadê derxin.
“Ez di nava bûyerê de mam, belê ez LGBTI+im lê ti têkiliyeke min nasbûna min û LGBTI+ên li qadê re nîne.
“Gotin, ‘Li Kurdistanê cih ji we re nîne’ û êrîş kirin”
“Li nêzî deriye derketinê komê êrişî me kirin. Êrîşî min û ciwanên TIPê kirin. Li me dan. Sloganeke ne ji rêzê hat guhê min, digotin ‘li Kurdistanê cih ji we re nîne, “Li vê qadê wê ala LGBTI+an nebe, TIP we nebe’. Ev slogan berz dikirin û li me didan.
“Wê gavê min fam kir ku ev êrîş ne tenê ji ber hesasiyetên olî pêk hatiye, wê rojê êrîşeke faşîst a birêxistinkirî li dijî me pêk hat.”
Cara pêşiyê di 2008an de LGBTI+ beşdarî Newroza Amedê bûn
Li gorî zanyariyên ku Kaos GLyê de hatiye weşandin, cara pêşiyê di sala 2008an li Amedê ala keskesor di dema Newrozê de hatiye hildan. Piştî vê pêşketinê, nûçegîhanê KaosGL.orgê Siyabend Arînî gotiye, “Çima dema hemû kes azadiyê dixwazin, mafê min ê jiyanê yê bingehîn, azadiya min ewqas metirsîdar e.”
Kaos GLyê wê demê ev bûyer bi van gotinan ragihandibû, “Li Amedê jî îsal ji bo hevzayendan rojeke nû hilat û hevzayendîn amedî cara pêşiyê ji bo Newrozê pîroz bikin, daqetin qadan.”
Paşê hema hema her sal, bênavber LGBTI+ bi rengekî rêxistinkirî beşdarî Newrozan bûn. Di sala 2011an de hemû rêxistinên LGBT beşdarî Newroza Amedê bûn. Ji Stenbolê Lambdaistanbul, Kadın Kapısı û İstanbul LGBTT, ji Eskîşehîrê Morel, ji Enqereyê Pembe Hayat û Kaos GL, ji Îzmîrê Siyah Pembe Üçgen û ji Amedê endamên Hevjînê bi alên keskesor beşdarî Newroza Amedê bûn. (EMK/FD)