Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi boneya 52emîn salvegera bidarvekirina xwe li Mêrsînê hatin bibîranîn.
Komeleya 68an a Mêrsînê merasîma bîranînê li Daristana 68an a Mêrsînê ya li navçeya Toroslarê li dar xist.
Rêxistinên çep-sosyalîst, saziyên elewiyan, partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê tev li bûn. Li cihê bîranînê pankarta “Yên ku strana ked, azadî û xwişk-biratiya gerdûnî gotin, dîrok hişyar kirin” hate daliqandin. Girse bi qurnefîlan ber bi bîrdariya ji bo Nifşê 68an hatiye çêkirin ve meşiya û gelek caran dirûşma “Soza me ya ji bo wan şoreş e” hate berzkirin.
Banga mezinkirina têkoşînê hat kirin
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî tacegul danîn cihê bîrdariyê. Li ser navê girseyê Serokê Komeleya 68an a Mêrsînê Hasan Kapikiran axivî û got ku tevî bi ser mirina Denîzan re 52 sal jî derbas bûne lê hêj jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Kapikiran gotinên Denîz Gezmîş û hevalên wî yên dawî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê îro bûye têkoşîna pêşerojê ya tirk, kurd, ciwan û hemû derdorên bindest. Divê em têkoşîna Denîzan xurtir bikin û banga tevlibûna têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmêl i her kesî dikin.”
Piştî axaftinan, helbestvanên ji kovara Sozyuzu Edebiyatê helbestên bi kurdî, tirkî, erebî û lazî xwendin.
Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan û gotina stranan bi dawî bû.
(AD/AY)