Suren Aseduryan di 13ê îlonê de piştî ku li Wanê konserteke xweş kir, êdî xwest ku hinekî zêdetir li Wanê yanê li bajarê ku bi hezaran salan kurd û ermeniyan bi hev re jiyana xwe domandî ango li bajarê bav û kalên xwe, xwest zêdetir demê derbas bike. Ji roja piştî konsertê ve hema bêjin ez her roj rewşa wî dipirsim.

Di soxbeteke me de me behsa ayîna 7ê îlonê ya îsal ku li Dêra Aqtamarê pêk hatî, kir. Wî jî got xwezî ez jî gihaştibayê de ku min têra xwe li Aqtemarê sitrana Anahît Sargosyanê ya bi navê ‘Ahtamarê’ lê bixista. Piştî vê xweziya wî ji nişka ve careke din got:
“ Ma ez çima dibêjim xwezî! Ka were em bi hev re herin da ku ez têra xwe li ber dêrê û li giravê li dûdûkê bixim.”
Êdî li ser vê daxwaza Suren Adeduryan me doh berê xwe da Dêra Ahtamarê û min di her kêliyeke ber bi dêrê ve kelecan û hestên wî yên ji dil î hîs kir û em bûn şahidê wî.
Di vê rêwitiya ku min, hevalê xwe yê mûzîkjen Siyabend Bayat û Suren Adeduryan re derbasî kirî gelek kêliyên heyî û bêguman dengê sitrana Anahît Sargosyanê bi dûdûka Suren li ser Dêra ermeniyan a Ahtemar belav bû.
Ez dikarim wek libahevhatineke qedîm ku dûdûk û çanda ermeniyan dubare li ber giravekê digihaştin hevudû, pênase bikim.
(WT/AY)





