Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buse girtiyeka trans e. Wê xwestiye laşê xwe li gor nasnameya xwe ya zayendî biguhere. Girtîgeha ew tê de rê nedaye vê yekê. Ji ber wê, Buseyê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Buse li Girtîgeha Cûreyê Fyê ya Tekirdagê dima. Wê ji bo daxwazên wê pêk bên di Hezîrana 2018ê de jî dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Dadgehê biryar dabû ku “ji bo saxlemiya wê ya derûnî divê emelita tibî lê bê kirin.” Piştî biryara dadgehê wê dest ji grevê berdabû.
Digel vê biryara dadgehê jî ew nehatibû emeliyatkirin. Wê li ser vê yekê organê xwe yê zayendî jê kiribû.
Dema parêzeran biryara fermî ya dadgehê dayî Wezareta Dadê, wezaretê bersiva “edalet mecbûr e bê pêkanîn lê ne bi lez e.”
Nameya Buseyê ya ji bo bianetê ev e:
"Ez çûme Nexweşxaneya Samatyayê. Urolojiyê qet guh neda. Doktorî got 'cara yekê ye ku ez transseksuelekê dibînim'. Yekser min ji ser serê xwe şand. Plastîk Cerrahiyê li min guhdar kir û min miayene kir. Min şand nexweşxaneya li Çapayê. Ez çûm Çapayê. Urolojiyê guh li min nekir. Min şand Androlojiyê. Plastîk Cerrahiyê jî ez şandim bal Urolojiyê. Şand Androlojiyê. Doktor bi min re neaxivî. Tenê di pencereyê de bi karmendan re axivî û xwest ku rewşê fam bike. Wan jî min şand Androlojiyê. Ez nizanim wê Androlojî guh bide min an na. Qet hêviyên min nemane. Rewşa min gelekî xirab e. Êdî mecala min nemaye. Min gotibû, 'heke nehêlin ez ameliyat bibim ez ê xwe bikujim'. Min gotibû, 'heke pêvajoya ameliyatkirina min dirêj bike ez nikarim misoger bikim ku ez ê xwe nekujim'. Hindik maye tenduristiya laşê min, her weha tenduristiya giyanê min têk biçe. Heke ku di demeke kurt de ez neyêm emeliyatkirin ez ê xwe bikujim. Ez ê dawiyê li jiyana xwe bînim. Di eslê xwe de ez naxwazim behsa xwekuştinê bikim. Lê ji bo 'peywendîdar nebêjin me nizanîbû wê wisa bibe an jî me texmîn nedikir', ez dixwazim di serî de behsê bikim."
(EMK/FD/MB)