Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo kesên li derveyî Tirkiyeyê dijîn û dikarin di hilbijartina Serokomatiyê û ya Parlamenteriyê de dengan bidin li Balafirxaneya Ataturk û Sabîha Gokçenê, li deriyê sînor ê Kapikûle, Îpsala û Derekoyê, li Almanya, Fransa û Avûstûryayê sendoq hatine danîn û ji saet 08.00ê pê de dengdayinê dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji bo dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê dijîn, li Balafirxaneya Ataturkê 12 sendoq hatine danîn.
Li deriyê sînor ê Kapikûleyê 2, li her deriyekê sînor ê Îpsala, Hamzabeylî û Derekoyê jî sindoqek hatiye danîn.
Li van deran rojên betlaneyê jî tê de heta saet 17.00ê 24ê Hezîranê 24 saetan wê deng bên bikaranîn.
Heke ku hilbijartina Serokomariyê bimîne tûra duyem wê li balafirxane û deriyê sînoran dengdayin 30ê Hezîranê saet 08.00ê dest pê bike û 8ê Tîrmehê heta saet 17.00ê berdewam bike.
Li Almanya, Fransa û Avûstûryayê jî dengdayîn dest pê kiriye
3 milyon û 49 hezar û 65 dengdêr wê di navbera 7 û 19ê Hezîranê de li 60 welatan û 123 nûnertiya dengên xwe bi kar bînin.
Di vê çarçoveyê de pêvajoya dengdayînê îro li Almanya, Fransa û Avûstûryayê dest pê kiriye.
Heke ku hilbijartina Serokomariyê bimîne tûra duyem wê li derveyî Tirkiyeyê dengdayîn di navbera 30ê Hezîranê û 4ê Tîrmehê de çêbibe.
Li hin welatan wê di navbera van dîrokan de dengdêr karibin dengên xwe bi kar bînin:
Almanya, Avûstûrya, Fransa: 7-19ê Hezîranê (13 roj)
Danîmarka: 9-19ê Hezîranê (11 roj)
Avûstûralya: 9-17ê Hezîranê (9 roj)
Norvêç: 14-19ê Hezîranê (6 roj)
Belçîka, Hollanda, Swîsre: 15-19ê Hezîranê (5 roj)
Brîtanya: 16-19ê Hezîranê (4 roj)
Qibrisa Bakur, Romanya, Erebistana Sîûdiyê, Yewnanîstan, Libnan, Îsraîl, Ûkrayna: 16-17ê Hezîranê (2 roj)
Azerbaycan, Iraq, Îran, Îrlanda, Îspanya, Misir, Malta, Ozbekîstan, Sirbîstan: 17ê Hezîranê (rojek) (EKN/FD)