Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, ji ber ku pêvajoya Birexitê xitimîbû biryara dengdayînê daye parlamentoyê. Herweha May dîroka dengdayînê jî diyar kiriye. Kamaraya Avamê wê di 7ê Kanûna Paşiyê de careke din pakêta Brexitê binirxînin û hefteyek dûv re jî wê dengdayîn pêk were.
Parlamentoya Îngîltereyê dengdayîna Brexitê wê di 11yê Kanûna Pêşiyê de pêkbianîba, lê serokwezîr May dizanîbû wê bê red kirin, dengdayîn paşvexist.
Serokwezîr May, ji bo dengdayînê dîrokekî mîsoger destnîşan nekiriye û gotiye; “Dengdayîna Birexitê wê di hefteya 3em ya meha Kanûna Paşiyê de bikin û 14 hefte mane Îngîltere ji Yekitiya Ewropayê (YE) cûda be. Ez dizanim gelek ji endamên Kamarayê ji ber girtina biryareke bi lez bi fikarin.” (EÖ/PT/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.